03:18 23 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Rûsya: Meaşê ku DAIŞ dide 2 caran li yê Taliban e

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Balyozê Rûsyayê yê Tacikîstanê İgor Lyakin-Frolov, hejmara milîtanên DAIŞê li Efxanîstan 3 hezar û 500 kes in.

    Navenda Nûçeyan — Balyozê Rûsyayê yê Tacikîstanê İgor Lyakin-Frolov, hejmara milîtanên DAIŞê li Efxanîstan 3 hezar û 500 kes in û zêdebûna meaş bandorê li vê dike.

    İgor Lyakin-Frolov bi nûçegihanê ajansa RİA Novostiyê re axivî û got, DAIŞ, ji grûbê terorîstên meheli endaman kom dike. Armanca DAIŞê ya sereke, ji komên cuda û xortên efxanan tevlî sefên xwe bike. Li gorî ku tê dîtin gihaye armanca xwe. Niha hejmara milîtanên DAIŞê li Efxanîstan gihîştiye 3 hezar û 500 kesî.

    DAIŞ li nêzîkî 30 herêmî bi bandor e

    Lyakin-Frolov di berdewamiya axaftina xwe de got, DAIŞ di demeke nêz de li Efxanîstanê belav bû û ji niha de rehên xwe berda erdê. Li nêzîkî 30 herêmî milîtanên DAIŞ hene. Baweriya cîhadîst ya rêxistinê, tekoşîna serkeftî ku li Rojhilata Navîn

    Dmitriy Medvedev
    © Sputnik/ Dmitry Astakhov
    dimeşîne û dewlemendiya wê ya fînansî bala xortên efxanî dikşîne. Li gorî hin çavkaniyan, meaşê ku DAIŞ dide 2 caran li yê Talîbanê ye.

    Li sînorê Tacikîstanê rewş xeter e

    İgor Lyakin-Frolov di dirêjiya axaftina xwe de got, ji ber tevger û hewldanên DAIŞê sînorê Tacikîstanê di xeteriyê de ye. Ev bûyerên ku li Qunduzê diqewimin vê yeke baş nişan dide.

    Bi heman mijarî:

    Tacîkistan li hember narkotîka Efxanistanê li ber xwe dide
    Parlamentoya Efxanistanê bu hedefa Talîbanê, hemû êrîşkar hatin tunekirin
    Sûrî: ‘Bi sedan çeteyên DAIŞê hatin kuştin'
    Li dijî namzetê wekîlê êrişeke çekdarî pêk hat
    Li Tirkîyayê 25 çekdarên DAIŞê hatine girtin
    Etîketan:
    DAIŞ, İgor Lyakin-Frolov, Efxanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de