21:15 26 Îlon 2017
Zindî
    Dibistan

    Zarokên kurd ji dibistanên xwe avêtin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10501

    Berpirsên Siryanî dibêjin ku biryara avêtina xwendekarên kurd bi sedema biryara Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cezîrê hatiye.

    Navenda Nûçeyan — Rêveberiya Dibistanên Taybet ên Siryaniyan li Qamişlo xwendekarên kurd ji dibistanên xwe derkirin û niha ew xwendekar bê dibistan û xwendin mayine.

    Bi gotina berpirsên dibistanên Siryanî, Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser biryar daye ku divê dibistanên siryaniyan xwendekarên kurd bi zimanê kurdî fêr bikin.

    Berpirsên dibistanên siryanî dibêjin ku heya niha wan nekariye bigihêjin çareseriyekê li gel Rêveberiya Xweser da ku ev biryara rêveberiyê li ser dibistanên wan neyê cîbicîkirin.

    Li gor daxuyaniyên berpirsên siryanî, bernameya Rêveberiya Xweser li ser wan hatiye ferzkirin bêyî ku şêwra wan bê kirin, lewma bi gotina wan ew red dikin bernameya Rêvebeiya Xweser li dibistanên xwe yên taybet bikar bînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Qamişlo teqîn, birîndar hene
    Malbata Bedirxan vedigere Qamişlokê
    Li Qamişloyê teqîn: Mirin û Birîndar hene
    Li Qamişloyê teqîn
    Ji Qamişlo 10 komên zarokan beşdariyê di Fêstîvala Zarokan de dikin
    Etîketan:
    Qamişlo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de