22:52 26 Îlon 2017
Zindî
    Sewqiyata leşkerî - leşker - cizîr

    Sewqiyata cebilxaneyan ji bo Gever û derdorê bê navber didome

    © AFP 2017/ MEHDI FEDOUACH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 192 0 0

    Bi rojan e operasyona li Geliyê Doskî ya Geverê hatiye destpêkirin û sewqiyata cebilxaneyan bi helîkopteran tê didome.

    Navenda Nûçeyan — Li Geverê ya Colemêrgê bi rojan e bi tevlîbûna 20 hezar leşkeran operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin û di pevçûnên diqewimin de heta niha gelek leşker hatine kuştin. Leşkerên ku di bejayî de nikarin biçin hewl didin bi hewayî sewqiyatê bikin.

    Hat ragihandin ku bi dehan helîkopterên ji Fermandariya Tumena Geverê û Tabura Efeyan rabûn ber bi herêmên Geliyê Doskî, Bînbîr, Sat, Şitazin, Şagulord, Weregoz û Kepîrê sewqiyata cebilxaneyê kirin.

    Her wiha li herêmên ku operasyon tê meşandin ji Tabura Oremarê û qereqolên Kamişli, Têlane, Rahmo û Yeşîltaşê ve bi top û obusan tên topbarankirin.

    Li herêmê operasyonên leşkerî hêj didomin.

    Bi heman mijarî:

    Leşkeran bi kepçeyan Goristana Mawayê xera kir
    Li Oremarê 3 leşker mirin û 6 jî birîndar in
    Li Colemêrgê bombe teqîya, 5 leşker birîndar in
    Leşkerên îsrayîlî 2 kesên filistînî kuştin
    Li Dêrsimê li hemberî wesayîta leşkeri êrişek bombeyi pêk hat, 2 kuştî
    Etîketan:
    Artêşa Tirk, PKK, Gever
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de