05:38 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    25 bi saxî şewitandin, 18 jî înfaz kirin!

    © REUTERS/ Stringer/Files
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8210

    Li bajarê Mûsilê yê Iraqê, 25 kes bi tohmeta sîxuriyê ji aliyê DAIŞê ve hatine şewitandin û li devereke Kerkûkê jî 18 kes ji aliyê wê rêxistinê ve hatine komkujkirin.

    DAIŞê bi çekên kîmyayî êrişî YPGê kir!
    © REUTERS/ STRINGR
    Mûsil — Fermandeyekî artêşa Iraqê bi navê Zenûn Sebawî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, dadgeha DAIŞê li bajarê Mûsilê fermana şewitandina 25 kesên ku bi hêceta sîxurîkirinê hatibûn girtin, da.

    Wî fermandeyê artêşa Iraqê da zanîn ku ew kesên han li nêzîkî çemê Dîcle û li nav bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine şewitandin û got, DAIŞê ji bo ku welatiyên din bitirsîne, di dema şewitandina wan tohmetbaran de bi dehan kes li wir civandibû.

    Ji aliyekî din rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê eşkere kir ku duh li bajarokê Hewîce yê Kerkûkê, 18 kes bi tohmeta sîxurîkirinê ji aliyê DAIŞê ve hatin komkujkirin û got, paşê cenazeyên hinek ji wan bi stûnên elektirîkê ve kirin û cenazeyên hinek ji wan jî li dû otomobîlan kaş kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê bajarê Bêcî ji DAIŞê stand
    PYDyê ji bo şerê li dijî DAIŞê ji Rusyayê piştgirî xwest
    Celal Dogan: 'Daxuyaniyên rayedaran DAIŞê dide hezkirin'
    Rûsya DAIŞê tarumar dike
    DAIŞê bi otomobîlên bombebarkirî êriş kir
    Etîketan:
    DAIŞ, Zenûn Sebawî, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de