11:21 19 Sibat 2018
Zindî
    Hevseroka PYDê Asya Abdullah

    PYDyê ji bo şerê li dijî DAIŞê ji Rusyayê piştgirî xwest

    © AP Photo/ / Jake Simkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Enistîtûya Lêkolînên Stratejîk a Rûsya (Russian Institute For Strategic Studies) li bajarê Moskowê konfransek di bin navê ‘Paşeroja Pêkanîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê' de lidar xist

    Moskow — Di konfransê de li ser rola stratejîk a kurdan li devera Rojhilata Navîn gotûbêj hat kirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku eger pirsa kurd li Rojhilata Navîn neyê çareserkirin, dê çareserkirina pirsên din gellek zehmet be.
    Hevseroka PYDê Asya Ebdulla di konferansê de gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de behsa metirsiyên rêxistina DAIŞê û rola Kurdan di Sûriyeyê û Rojavayê de kir.
    Asya Ebdullah herwiha behsa ezmûna rêvebiriya li Rojavayê ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye damezrandin, kir û got ku divê ezmûna Rêveberiya Xweser li Rojavayê ji hemû Sûriyeyê re bibe bingeh.
    Hevseroka PYDê bo serketina ezmûna Rêveberiyên Xweser ên li Rojavayê daxwaza alîkariyan ji Rûsyayê kir, da ku ji Sûriyeya paşerojê de jî bibe mînakek baş.
    Herwiha daxwaz hat kirin, ku Rûsya faktora kurd û role wan ê stratejîk li berçav bigre û li gor wê yekê siyaseta xwe li deverê bimeşîne.

    Li gor agahiyan, di konferansê de li ser rewşa Rojavayê û Sûriyê û pêkanîna hevpeymaniyeke nû ya li dijî DAIŞê, hin gotar hatin pêkeşkirin.

    Hat zanîn, ku di konfransê d gotara Hevseorkê KCKê Cemîl Bayik jî hat xwandin.

    Di konfransê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdulla û çend nûnerên partiyên siyasî yên Rojavayê, nûnerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK), hin parlamenterên kurd Tirkiyeyê û çend berpirsên Rûsya beşdar bûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    PYD, sibê ji bo vekirina nûneriya fermî wê hevdîtinan bike
    Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê: 'Em li ser desteka PYDê neaxivîn'
    YPG: PYD karê xwe yê siyasî bike baştir e
    Enqerê gef li PYDê xwarin
    ‘PYD ligel mudaxeleya Tirkiyeyê li hemberî DAIŞ'ê serkeft'
    Etîketan:
    YPG, PYD, Asya Abdullah, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de