01:25 26 Îlon 2017
Zindî
    CHP

    CHP: 'Hestên kurdan yên aîdiyetê zeîf dibin'

    © Foto: Navenda Giştiya CHPê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 45 0 0

    Cîgirê Serokê CHPê Sezgîn Tanrikulu, beyanameya hilbijartinê û wahdên CHPê di daxuyaniya rojnamevanî de eşkere kir.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Serokê CHPê Sezgîn Tanrikulu, mijara demokrasiye, çareseriya pirsgirêka kurdan, derbirin û azadiya çapemeniyê di beyanameya hilbijartinê û wahdên CHPê di daxuyaniya rojnamevanî de eşkere kir.

    Tanrikulu destnîşankir ku, ji bo aştiya civakê û pirsgirêka kurdan ev 30 sale ked û xebatê didim, ev roja û ku em têde ne gelekî berbade.

    Sezgîn Tanrikulu di berdewamiya axaftina xwe de got, di salên 2000an de jî min gotibû aîdiyetê kurdan qels û zeîf dibe. Di van 2 mehên dawî de veqetandineke berbiçav derket holê. Me gelek dem bihurand, her çikas dem dibûhure daxwaz û hêvî jî zêde dibin. Niqteya ku em îro hatinê, dewlete ku di nava xwe de bi hemwelatiyên xwe re dijmin û li derva jî rewşeke dijmantiya cîranan dike derdikeve holê.

    Tanrikulu di dir3ejiya axaftina xwe de got, me wekî CHPê gelek peşniyarên çareseriya pirsgirêka kurd kir, lê tu kesî guh neda me, çav û guhê xwe ji me re girtin.

    Kiliçdaroglu: Ez ê hemû Tirkiyeyê himbêz bikim

    Ji alîkî din ve Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di mitînga bajarê Samsunê de axivî û got, ez ê hemû Tirkiyeyê himbêz bikim.

    Kiliçdaroglu di axaftina xwe de diyarkir ku, dema ku bibim serokwezîr, ez ê hemû gele Tirkiyeyê 78 milyon însan himbêz bikim. Deng bide nede, ez tucarî cudatiyê naxim nava hemwelatiyan, nasnameya, bawerî, stîla jiyana wî çi dibe bila bibe, ez ê hemû gele Tirkiyeyê himbêz bikim.

    Bi heman mijarî:

    Kemal Kiliçdaroglu: "AKP nikare, ez ê pirsgirêkên kurdan çareser bikim"
    Endamê PDKê Kemal Kerkûkî bang li partiyên Rojava kir, got: "xwe bikin yek"
    Kemal Kerkûkî: `Serxwebûna Kurdistanê nêz e`
    Kiliçdaroglu: PKK û Erdogan nahêlin HDP ser bi keve
    Kiliçdaroglu: 'Te ji bo 400 parlamenterî welat xiste gola xwînê'
    Etîketan:
    CHP, Sezgin Tanrikulu, Kemal Kılıçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de