14:47 19 Îlon 2017
Zindî
    Fuad Elîko

    TAYBET- ENKS: 'El Nûsra rexistineke terorîst e, lê Ehrar-ûş Şam na'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 144 0 0

    Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger yê Mixalifên Sûriyeyê Fûad Elîko, El Nûsra rêxistinek terorîst e, tu cudahiya wê ji DAIŞê tuneye.

    Navenda Nûçeyan — Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger yê Mixalifên Sûriyeyê Fûad Elîko ji nûçegihanê Spûtnîkê Hikmet Durgun re axivî û got, El Nûsra rêxistinek terorîst e, tu cudahiya wê ji DAIŞê tuneye. Lê li gorî me Ehrar-ûş Şam ne terorîst e.

    Fûad Elîko destnîşankir ku, Rûsya, berî operasyonan bi me re hevdîtin dikirin, Serokê Koalîsyonê Xalit Xoce çû Moskovayê. Rûsya, niha li tenişta rejîma Sûriyeyê rûniştiye.

    Elîko di berdewamiya axaftina xwe de behsa vegera Pêşmergeyên Rojava kir û got, heta niha gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Tenê axaftin hene. Amerîkayê ji me re got ji bo vegera pêşmerge em bi PYDê re diaxivin û em ê wan qanih bikin.Amerîka jî dixwaze û em jî dixwazin Pêşmergeyên Rojava vegerin Sûriyeyê.

    Elîko da zanîn ku, ne raste ku Pêşmergeyên Rojava wê li Cerablûs û Reqqayê werin bi cih kirin, hêj tiştekî qetî tuneye.

    PYD ligel rejîmê ye

    Fûad Elîko di dirêjiya axaftina xwe de PYD bi hevpariya rêjimê tohmet kir û got, niha jî li Helebê li taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê di nava PYDê û Artêşa Azad de pêvçûn destpê kiriye.

    Elîko di dawiya axaftina xwe de got, li gorî koalîsyona Sûriyeyê rêxistina El Nûsra rêxistinek terorîst e, ew û koalîsyonê nebihevre ne. Li gorî nêrina me tu ferqa DAIŞ û EL Nûsrayê ji hev tuneye, lê Ehrar-ûş Şam ne wiha ye, ew ne terorîst e.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: 'Li Sûriyeyê me li 49 hedefên DAIŞê da'
    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Helebê pêşve diçe
    Êrişa Rûsya ya hewayî li Sûriyeyê li ser çeperên DAIŞê
    Artêşa Sûriyeyê li Himûsê dest bi operasyonê kir
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Fûad Elîko, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de