09:53 21 Îlon 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    ENKS alîkariya çekan û tevlêbûna rêvebiriyê erê dike

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Du endamên Serokatiya ENKSê di daxuyaniyên cihê de diyar kir ku alîkariya Amerîkayê ya ji bo YPGê erênî ye û ew li gorî mercên Peymana Duhokê dikarin tev li rêvebiriya xweser bibin.

    Endamê Bûroya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyayê (PDKS) Mihsin Tahir di hevpeyvîneke digel Rûdawê de got ku DAIŞ dijminê gelê kurd e û dixwaze di dilqê olê de kurdan tune bike; lewre nakokiyên di navbera wan de çi dibin bila bibin, divê di şerê li dijî DAIŞê de hemû partî û aliyên kurd xwediyê yek helwestê bin.

    Ji aliyekî din ve rayedarên ENKSê jî dibêjin ku ew li dijî wê yekê dernakevin ku alîkarî ji YPGê re biçin û ew hêvî dikin ku şerê li dijî DAIŞê bibe sedemeke yekrêziya siyasî û yekîtiya tevgerên kurdan.

    Serokê Partiya Çaksaziyê ya Rojavayê Kurdistanê û endamê serokatiya ENKSê Feysel Yûsif dibêje:  ‘Ji bo ku arîşe û nakokiyên navbera ENKS û TEV-DEM/PYDê çareser bibin. Herwiha divê destpêkê leşkeriya bi zorê bê rawestandin, girtiyên siyasî bên berdan û pergala perwerdehiyê jî bê guhertin.'

    Çendekî beriya niha şandeke ewropî, bi mebesta lihevanîna aliyên rikber ên rojavayê Kurdistanê, bi rayedarên ENKSê re rûniştibû. Li ser wê hevdîtinê jî Feysel Yûsif dibêje: ‘Me di civînê de li ser wê yekê teqez kir ku divê hevpariyeke rast di navbera ENKS û TEV-DEMê de pêk were. Herwiha divê her du alî jî hewl bidin ku Sûriyayeke demokratîk ava bikin ku mafên gelê kurd tê de bê parastin.'

    Rayedarê ENKSê Fêsel Yûsif anî ziman ku eger aliyê TEV-DEM/PYDê Peymana Dihokê bi cih bîne ew dê tev li rêveberiya xweser jî bibin.

    Hêjayî gotinê ye ku ENKS û TEV-DEMê roja 22ê Cotmeha par li bajarê Dihokê û di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de peymanek îmze kiribûn ku wek ‘Rêkeftina Dihokê' hatibû nasîn.

    Li gorî wê rêkeftinê, divê hêzeke leşkerî ya hevbeş bihata avakirin. Herwiha tevahiya hêzên siyasî di bin navê "Lêvegera Siyasî" de kom bibûna.

    Bi heman mijarî:

    "Kurd dixwazin ku partiyên wan (ENKS - PYD) di bin banekî de kom bin"
    DENG - ENKS: 'Di şerê li hemberî DAIŞê de em piştgiriya Rûsyayê dikin'
    16 partiyên Rojava di civîna xwe de rexne li ENKSê kirin
    ROJAVA - ENKSê ji bo peşmergeyê Rojava ji Amerîka alîkarî xast
    PYD: ENKS welatiyên rojavayê Kurdistanê ditirsîne
    Barzanî ligel nûnerên ENKS’ê civiya
    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
    Îbrahîm Biro bû serokê nû yê ENKSê
    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de