09:42 24 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Şerêkî giran di nav hêzên Iraqê û DAIŞê de dest pê kir

    © Foto: © AFP 2015
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 545 0 0

    Li navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê şerêkî giran dest pê kir. Şer li nêzîkî bajarê Rumadî yê Iraqê didomin û hêzên iraqî pêşde diçin.

    DAIŞ
    © AP Photo/ Militant website via AP
    Rumadî — Li nêzîkî bajarê Rumadî yê Iraqê, hêzên Iraqî tunêleke DAIŞê dîtin her wiha dest danîn ser depoyeke cebilxaneya rêxistinê.

    Şêwirmendê Hêza Antî-Terorê ya Iraqê Semîr Şiwêlî di civîneke rojnamevanî de li Bexdayê ragihand, hêzên iraqî tunêleke DAIŞê li nêzîkî bajarê Rumadî tine ku çekdarên DAIŞê ji bo veguhestina çekan bikar dihanî û di dema bombebaranê de jî xwe tê de vedişartin.

    Fermandeyê operasyonên taybet li parêzgeha Enbarê, Ebdulemîr Xezrecî jî ragihand, hêzên iraqî bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman, balafirên iraqî û hêzên antî-terorê devera bi navê "Elborîşe" jî ji destê DAIŞê derxistine bi vî rengî li aliyê bakurê bajêr de rêya gihandina alîkariyê ji bo çekdarên DAIŞê girtine.

    Wezareta Bexdayê jî ragihand, hêzên iraqî li herêmeke navbera Rumadî û Bexdayê dest danîne ser depoyeke cebilxaneya DAIŞê. 

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê Qesra Sedam Hiseyn ji DAIŞê Stand
    500 welati çûne nav DAIŞê
    Rûsya: Me li 51 hedefên DAIŞê da
    Li Stenbolê operasyon: 66 endamên DHKP-C û DAIŞê hatin binçavkirin
    DAIŞê ji 3 aliyan de êrişê hêzên kurda kir!
    Biryargeha Operasyonan a Sererkaniya Artêşa Rûsyayê: 669 sortî 456 hedefên DAIŞê
    Endamê DAIŞê tiraş dibin û derbasî Tirkiyeyê dibin
    Pêşmerge balafira îstixbaratî ya DAIŞê xist
    Etîketan:
    hêzên Iraqê, DAIŞ, Ebdulemîr Xezrecî, Rumadî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de