04:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Heleb derketina muxalîfan û sivîlan, Sûriye

    El Nûsra li Helebê malên kurdan dan ber top û hawanan, kuştî û birîndar hene

    © AFP 2017/ KARAM AL-MASRI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 681 0 0

    Li bajarê Helebê yê Sûriyê, çekdarên El Nusra taxên kurdan ên bajêr dan ber topan, kurdek hat kuştin 3 jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Îro berê sibê çekdarên DAIŞê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yêna bajarê Helebê, ku wek taxên kurdan tê nasîn, dan ber top û hawanan.

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidesxistin, di encamê de welatiyekî kurd hat kuştin û 3 kurd jî birîndar bûn ku yek ji wan jin e.

    Ji ber hawan û topbarana rêxistina terorîst ya El Nûsrayê mal û avahiyên welatiyan wêran bûn.

    Ji alîkî din ve hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê li başûrê rojhilatê Helebê pêşve diçe û ji niha de kontrola gelek deveran bi dest xistiye.

    Bi heman mijarî:

    YPGê li Helebê riyeke lojîstîk ji El Nusrayê stand
    Redwan Elî Xidir (Badînî) Beşa Dawî
    El-Nusrayê êrişî YPGê kir
    Redwan Elî Badînî –rojnamevanê navnetewî, sîyasetmedar, nivîskar (Beşa sêyemîn)
    Etîketan:
    Sûriye, El Nûsra, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de