14:34 19 Îlon 2017
Zindî
    binçavkirin

    Li Manîsayê 14 kes hatin binçavkirin

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê furya binçavkirinê li her derê Tirkiyeyê bê navber didome.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Saruhanliya Manîsayê di serdagirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Saruhanli jî di nav de 14 HDP'î hatin binçavkirin.

    Li navçeya Saruhanli ya Manîsayê berê sibehê polêsan bi hemwext bi ser malan de girt. Di encama serdagirtina malan de polêsan deriyên malan şikandin û lêgerîn pêk anîn.

    Di encama serdargirtina malan de Hevserokên Rêxistina HDP'ê yên Saruhanli Suleyman Kaban û Ayşe Karagoz, Hesabgirê HDP'ê yê navçeyê Halîl Aydemîr, Rêvebera navçeyê Gulsum Tozan, xebatkarê ciwanan Hebat Aydemîr û Mehmet Aydemîrt, Turgut Akyol, Gulcîvan Çelîk, Ferhat Esen, Siddik Karagoz, Erhan Aydemîr, Gultan Onel, Sertan Onel û Mazlum Alataş hatin binçavkirin.

    HDP'iyên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polêsan a Saruhanliyê û sedema binçavkirinê nehat zanîn.

    Bi heman mijarî:

    Di encama hevdîtina Tirkiye û Almanyayê de Kurdistan derket
    Merkel îro diçe Tirkiyeyê
    Endamê DAIŞê tiraş dibin û derbasî Tirkiyeyê dibin
    Tirkiye: Di qada me ya hewayî de balafireke miliyeta wê ne diyar, hat xistin
    Li Tirkiyeyê wesayîtên bombarkirî yên DAIŞê tên gerî
    Etîketan:
    HDP, Manîsa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de