16:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Zaroka kurd bi zimanê kurdî dinivîse

    Kirmanşanî: 'Daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî dikin'

    © Foto: Yeni Ozgur Politika
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3401

    Çalakvanên sivîl yên xelkê bajarê Ciwanro, gazinde li parêzgarê berê yê Kirmaşanê kirin, û gotin ku divê di mezintirîn bajarê kurdan de, xwendina bi zimanê dayîkê hebe.

    Navenda Nûçeyan — Çalakvanên sivîl, xwendekar û mamostayên li bajarê Kirmaşanê, ji bo rêdana xwendin bi zimanê zikmakî ji aliyê rejîma Îranê ve, semînarek li ser zinamê zikmakî lidarxsitin.

    Piştî danîna beşeke taybet ji bo edebiyata neteweyên din yên Îranê di nav kitêba ziman û edebiyata Farisî ya wî welatî de, zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sine, îsal beşeke taybet bi zimanê Kurdî bo xwendekaran di vê zanîngehê de ava kiriye.

    Piştî vê yekê di rojên berê de, çalakvanên sivîl yên xelkê bajarê Ciwanro, li ber xwendin bi zimanê Kurdî li zanîngeha Kirmaşanê wekî mezintirîn bajarê kurdan, rexne li ‘ Îbrahîm Rizayî Babadî' parêzgarê berê yê Kirmaşanê girtin.

    Ji alîkî din ve ravêjkarê parêzgarê Kirmaşanê Remezan Dêhnewî di vê derbarê de dibêje, plana avakirina kolejeke taybet bi zimanê Kurdî amade ye.'

    Hêjayî basê ye ku pirojeya avakirina beşa ziman û wêjeya Kurdî li Kirmaşanê, hewce ye ku ji bêjinga Civata Bilind ya Şoreşa Çandî re derbaz bibe, û bigihîje qonaxa piratîkê, lê ew civat serbarê vê ku pirojeya wan gihîştiye destên wan, lê heya niha tu biryarek li ser nehatiye dayîn.

    Pirsa xwendina bi zimanê dayîkê di Îrana çendneteweyî de, bi salan e ku bûye cihê behs û gengeşeyê, û di vê derheqê de, hikûmeta Îranê tenê di xwendingehên bajarê Seqizê kitêbokek ji zimanê Kurdî re danî.

    Ew kitêbok tenê li xwendingehên bajarê Seqizê de tê gotin, û tê de tenê bas ji wan kesayetiyên naskirî ên Seqizê tê kirin, û tu amajeyek bi dîrok, wêje û…hwd nehatiye kirin, û di vê çarçoveya diyarkirî de maye.

    Bi heman mijarî:

    Îran: 'Nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê aloziyan'
    Nêçîrvan Barzanî çû Îranê
    Barzanî diçe serdana Îranê
    Sûriyê, bi piştgiriya Îran û Rûsyayê dikeve Helebê
    'Gelo ji bo şewitandina baregehên PDKê, DAIŞ û Îranê li hev kirine?'
    Parlamentoya Îranê lihevkirina nûklerî erê kir
    Etîketan:
    Kirmanşah
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de