06:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Qedexe - derketina derve- operasyon

    Li ser Cizîrê operasyoneke mezin dest pê kir

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 52801

    Tuxaya Hîsar ya Çaglayana Cizîrê şevêdin li serê Çiyayê Cûdî grûbeke lebat û qerebalix yê endamên PKKê tespit kir.

    Navenda Nûçeyan — Tuxaya Hîsar ya Çaglayana Cizîrê şevêdin li serê Çiyayê Cûdî grûbeke lebat û qerebalix yê endamên PKKê tespit kir. Tuxayê leşkeri bi sedema ku gruba PKKyî bê tesir bike herêma Çiyayê Cûdî da ber top û hawanan.

    Ji alîkî din ve herêma Çiyayê Cûdî şevêdin bû hedaf û balafirên şer F-16 yên artêşa Tirkiyeyê herêm bombebaran kirin û li ser sînorê Herêma Kurdistanê firînên nizm kirin.

    Her wiha berê sibê li herêma Çiyayê Cûdî ku hatibû bombe kirin duman bilind dibû.

    Ji Cizîr û Şirnexê ji bo herêma Cûdî ya operasyonê gelek wesayîtên leşkeri û cebilxane hat sewq kirin. Ji Mêrdînê jî wesayîtên ku wekî Qobra û kirpî tên binavkirin li herêma Cizîrê hatin bi cih kirin.

    Hat ragihandin ku bi rêya balafirxaneya Şerafedîn Elçî ji bo herêma operasyonê tîmên taybet hatine rêkirin.

    Bi heman mijarî:

    TÎHVê li Cizîrê buroya îrtîbatê vekir
    Mustafa Kamalak Cizîr ziyaret kir
    Li Kantona Cizîrê 12 milîtanên DAIŞê hatin girtin
    Bangewaziya melayên Cizîrê: ‘Li hemberî zilmê raweste'
    'Kantona Cizîrê bi boneya cejnê girtiyan efû dike'
    Etîketan:
    PKK, Cudî, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de