14:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    HDP mîtîng hilbijartin

    Li gorî 2 anketên dawî kîjan partî çiqas dengan hildide?

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 193421

    Şirketên lêkolînê yên wekî Metropoll û AKAMê li Tirkiyeyê beriya hilbijartinên 1ê Mijdarê anketên nû çêkirin. Li gorî her du anketan AKPê nabe îktîdar û HDP jî bine bendê de namîne.

    Stenbol — Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan du hefte ma. Gelek şirketên anketan roj bi roj anketan dikin û encamên wan parve dikin.

    Anketa herî dawî ya MetroPolê jî doh hate weşandin. Li gorî encamên anketê AKP û CHPê dengên xwe zêde dikin û HDP jî dîsa digihe ji sedî 13an. Her wiha rayên MHPê jî her zede dibin.

    Li gorî anketa Metropolê ya ku beriya komkujiya Enqerê hatiye çêkirin; AKP rayên xwe ji sedî 2, CHP jî ji sedî 1 zêde dike.

    Encamên anketê wiha ne:

    AKP: 42,5

    CHP: 26,3

    MHP: 16,3

    HDP:13,0

    Li gorî van encaman, hejmara parlementeran jî wiha çêdibe:

    AK Parti = 261 parlementer

    CHP = 135 parlementer

    MHP = 77 parlementer

    HDP = 77 parlementer

    AKAM: HPD pêşiya MHPê ket; AKP paş de diçe û CHP bilind dibe.

    Şirketa Lêkolînên raya giştî AKAMê jî encamên anketa xwe ya dawî eşkere kir.

    Di ankete da cara yekem HDP kete pêşiya MHPê. Şirketa ku encamên her du hilbijartinan nêzîkî encamên fermî texmîn kiribû da zanîn ku AKP û MHP bi paş dikevin lê HDP û CHP rayên xwe zede dikin.

    Li gorî encamên ankete

    AKP 38.8

    CHP 27.7

    HDP 14.5

    MHP 14.4 rayan distîne.

    Li gorî hejmarên rayan

    AKP 243

    CHP 147

    HDP 86

    MHP 72 parlementeran werdigire.

    Bi heman mijarî:

    Anketa Îlonê: 2 partî kêm dibin û 2 jî zede dibin
    Li gorî anketa meha îlonê kîjan partî çiqas deng hildide?
    Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
    Anketên dawîn AKP û HDP wekî...
    Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
    Li gorî encama anketên dawîn AKP û HDP 8 bi 8 diçin
    Anketên hilbijartinê Syrîza weke partiya yekemîn nîşan didin
    Etîketan:
    mhp, AKP, CHP, HDP, AKAM, Metropoll, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de