16:46 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên Sûrîyeya Demokratîk

    YGP û YPJ di nava Hêzên Demokratîk ên Sûrî de ne

    © Foto: Hîkmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5130

    Hêzên Sûrîyeya Demokratîk bi hevra gotin: "Emê li dijî dijminên gelê Sûriyeyê şer bikin"

    Navenda Nûçeyan — Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekîtiya xwe ya bi navê Hêzên Artêşa Sûriyeya Demokratîk bi fermî ragihandin û tekez kirin, ku armanca wan avakirina Sûriyeyeke demokratîk e.

    Di konfranseke çapemeniyê de, Fermandarê Hêzên Senadîd Şêx Bender Himêdî El-Deham daxuyaniyek xwend û tê de got: "Avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk gaveke dîrokî ye û armanc ji vê yekê, ew e ku em Sûriyeya Demorkatîk ava bikin."

    El-Deham herwiha got: " Armanca me ya sereke ew e ku şerê çekdarên DAIŞê û şerê wan hêzên bikin, yên ku dijberiya gelê Sûriyeyê dikin.

    El-Deham ragihand ku wan encumena yekbûyî ya leşkerî ya bi navê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk ava kiriye.

    Hêzên Sûryeya Demokratîk ji 13 koman pêk tê ku di nav de YPGê, YPJê û Eniya El-Ekrad jî cih digrin.

     

    Bi heman mijarî:

    Nasnameya 3 şervanên YPGê diyar bû
    Lavrov: Rûsya ji bo alîkarîya YPGê amade ye
    YPG tev li hevpeymaneke nû dibe
    'YPG li dijî DAIŞê bi kê re şerê hevpar dimeşîne?'
    YPGê li Helebê riyeke lojîstîk ji El Nusrayê stand
    Nasnameya 4 şervanên YPG/YPJê hatin diyarkirin
    DAIŞê li Girê Spî êrişî YPGê kir
    Etîketan:
    DAIŞ, el ekrad, YPG, Şêx Bender Himêdî El-Deham, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de