14:53 21 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    YPGê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI) derewand

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15710

    Rêveberiya xweser a li Kobanıyê ragihand ku rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ya ku dibêje YPGê tawanên şer pêk anîne ne rast e.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Serokê Pêwendiyên Derve yê Kantona Kobaniyê Idrîs Nasan ji Rûdawê re ragihand ku ew rapora ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ve hatiye amadekirin ne rast e û ne bêalî ye.

    Idrîs Nasan herwiha got ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî zanyariyên xwe ji çavkaniyên şaş wergirtine û bang li wê rêxistinê kir ku di amadekirina raporên wisa de hevrêziyê ligel wan bikin.

    Cîgirê Serokê Pêwendiyên Derve yê Kantona Kobaniyê destnîşan kir ku eger YPG bi rastî malê xelkê ereb û tirkman wêran dike, çima ereb û tirkman bi riya deriyê sînorî yê Miştenûrê vedigerin malên xwe?

    Rêxistina mafên mirovan Amnesty International (AI) hêzên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar dike ku ew xelkê ji cihên wan derbider û malên wan wêran dikin.

    Li gor raporteke ku roja sêşemê hate belavkirin, li herêmên di bin kontrola PYDê de, bi taybetî herêmên ereban, hinek gund bi temamî hatine valakirin û bi hezaran kes mecbûrî koçê hatine kirin. 

     

     

    Bi heman mijarî:

    Nasnameya şervanê YPGê diyar bû
    YPG tev li hevpeymaneke nû dibe
    'YPG li dijî DAIŞê bi kê re şerê hevpar dimeşîne?'
    YPGê li Helebê riyeke lojîstîk ji El Nusrayê stand
    Nasnameya 4 şervanên YPG/YPJê hatin diyarkirin
    YPG: ‘Yekîneyên me karên li dijî mirovahiyê nakin'
    Etîketan:
    AI, YPG, Idrîs Nasan, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de