22:18 17 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - operasyon- leşkerê tirk

    Li Şirnexê şer: Kuştî û birîndar hene (HAT NÛKİRİN)

    © REUTERS/ KENAN GURBUZ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 964 0 0

    TSKyê daxûyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku li Şirnexê navbera hêzên PKKê û artêşa tirk de pevçûn derketiye.

    Şirnex — TSKyê diyar kir ku di encama pevçûnê de leşkerekî jiyana xwe ji dest daye û du cerdevan jî birîndar bûne.

    Hêzên elwehiyên Tirkiyeyê li Şirnexê li dijî PKKê operasyon pêk anîn û di navbera her du aliyan de şer derket. Di encama şer de leşkerek hat kuştin û leşkerek ligel 2 cerdewan jî birîndar bûn.

    Li gor agahiyan îro 12ê Cotmehê hêzên Tirkiyeyê li navçeya Şirnexê ya herema kurdan li dijî PKKê operasyon lidar xistin.

    Di encama operasyonê de, di navbera PKKê û hêzên Tirkiyeyê de şer û pevçûn derket.

    Derbarê bûyerê de Sererkaniya Artêşa Tirkiyeyê daxuyanî belav kir.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama destdirêjiya PKKyiyan de, leşkerekî jiyana xwe ji dest da û leşkerekî din ligel 2 cerdewan jî birîndar bûn.

    Hat ragihandin, birîndar bo çareseriya pizîşkî bi rêya helîkopterê ber bi nexweşxaneya leşkerî ya Şirnexê ve hatin veguhastin.

    Bi heman mijarî:

    Nasnameya şervanê YPGê diyar bû
    Li Erzeromê şer
    Li Amedê şer, ciwan û polêsek hatin kuştin û 2 polês jî birîndar in
    Li Şemzînanê şer
    Etîketan:
    TSK, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de