12:47 20 Tebax 2017
Zindî
    Mitînga aştiyê bû gola xwînê

    Nasnameyên 2 komkujên êrişa Enqereyê hatin tesbîtkirin

    © AP Photo/ BURHAN OZBİLİCİ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 108401

    Nûnera Dogan TVyê ya Enqereyê Hande Firat di nûçeyên rojê yên Kanal Dyê de got ku nasnameyên 2 komkujên Êrişa Enqereyê hatine tesbîtkirin.

    Navenda Nûçeyan — Hande Firatê li ber ekranên Kanal Dyê bi awayekî zindî ragihand ku tesbîtkirina nasnameyan qediyaye.

    Gelo ev komkujên Êrişê welatiyên Tirkiyayê ne yan welatiyên biyanî ne?

    Êdî ev yek tê zanîn; lêbelê ji ber ku rayedar dixwazin pêwendî û girêdanên van kesan derxin holê û mijarê zelal bikin, nasname wekî sirra dewletê tên veşartin. Lewre navên rêxistinan jî nayê eşkerekirin.

    Hande Firatê got: ‘Rayedarên ku agehî dane me gotin ku pêwendî û girêdanên gelekî kûr û girift hene. Gelo komkujan ji rêxistinekê ferman girtin an hêzekê di paşperdeyê de ew şandin komkujiyê? Dewlet êdî li ser şopa vê trafîkê lêgerînekê dimeşîne.

    Ji aliyekî din ve serê sibehê Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu jî gotibû ku di rêza pêşîn de şika wan li ser DAIŞê ye û rêxistin dê pêvajoya hilbijartinê bi kar bîne. Lewre hikûmeta wî kûr û hûr li mijarê dikole.

     

    Bi heman mijarî:

    KCK: "Berpirsiyarê vê komkujiya Enqerê AKPê ye"
    'Partiyên kurdan qurnefîl danîn qada komkujiyê'
    Kurdên Moskovayê komkujiya li Enqereyê protesto kirin
    Etîketan:
    komkuj, bombe, teqîn, komkujiya Enqereyê, komkujî, kuştin, îşkence, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de