12:40 20 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

    Demirtaş: 'Destên dewletê bi xwîn e'

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahttîn Demîrtaş di teziyeya namzeta HDPê ya Stenbolê Kubra Meltem Mollaoglu yê di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bû axivî û got: ‘Destên vê dewletê bi xwîn e.'

    Namzeta HDPê ya Stenbolê Kubra Meltem Mollaoglu yê di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bû îro li Stenbolê bi girseyî hat definkirin. Hevserokê HDPê Selahattiîn Demirtaş jî beşdarê merasima cenazeyê bû û piştî teziyeyê daxuyanî da çapemeniyê.

    Demirtaş got: ‘Destên vê dewletê bi xwîn e. Darbe kiriye, îşkence kiriye. Bila tu kes nebêje em li dora wê kom bibin. Bila tu kes dewletê neparêze. Dewlet gel e. Esanf e. Soytoriyên Enqereyê nîne. Bila tu kes wekî ku ew pîroz in nîşanê me nede.'

    Demirtaş diyar kir ku ew wekî HDPê amedene ku ji bo hemû civakê canê xwe feda bikin û wiha pêda çû: ‘Ne ku em li hemberî we çokên xwe dişkînin em bijangên xwe jî nadin ser hev. Dê ev roj bên û derbas bibin. Êş jî dê bê û biçe. Lê ya ku mayindeye dostandiye. Jiyana hevpare. Divê di van rojan de mirov li dora nirxên xwe kom bibin. Em ê şadiyê bînin vî welatî bila tu kes hêviya xwe winda neke.'

    Hat ragihandin ku Demîrtaş ji teziyeyê veqetiya û ji bo tevli merasîma cenazeyê Tekîn Aslan bibe çû Mala Cemê ya Kartalê.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Moskovayê komkujiya li Enqereyê protesto kirin
    'Vîdyoya komkujiya Enqereyê ya nû derket holê'
    KCK: "Berpirsiyarê vê komkujiya Enqerê AKPê ye"
    RTUKê, weşana teqîna Enqereyê qedexe kir
    Davutoglu: 'Ji bo teqîna Enqereyê, di rêza pêş de DAIŞ heye, em lêkolînê didomînin'
    FLAŞ ÎDIA - Şopên êrişa li Enqereyê DAIŞê nîşan didin?
    Etîketan:
    HDP, Tekîn Aslan, Kubra Meltem Mollaoglu, Selahattin Demîrtaş, Ahmet Davutoglu, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de