22:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Qetliama Enqereyê

    'Partiyên kurdan qurnefîl danîn qada komkujiyê'

    © REUTERS/ Volkan Furuncu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 202 0 0

    Îro hinek serok û berpirsên partiyên kurdan çûn Enqereyê û qada komkujiyê ziyaret kirin.

    Navenda Nûçeyan — Îro Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahim Xelîl Baran, Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, Serokê Partiya Demokrat a Bakurê Kurdistanê (PDK-Bakur) Sertaç Bucak, Serokê KADEPê Lutfi Kivanç, Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadiyê Sidqî Zîlan, Cîgirê Serokê Giştî yê OSPê Ali Gökkaya û hinek rayedarên van partiyan çûn Enqereyê û qada komkujiyê ya roja şemiyê ziyaret kirin.

    Rayedarên partiyên kurdan li vê derê qurnefîl danîn qada komkujiyê û li ser piyan daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de rayedaran êrişa hovane şermezar kirin û ji malbatên cangoriyan re sersaxî xwestin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Moskovayê komkujiya li Enqereyê protesto kirin
    'Vîdyoya komkujiya Enqereyê ya nû derket holê'
    DAIŞ vê carê komkujiyeke `dîrokî` kir
    KCK: "Berpirsiyarê vê komkujiya Enqerê AKPê ye"
    Ji ber komkujiyê jiyan rawestiya
    Etîketan:
    komkujiya Enqereyê, komkujî, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de