09:03 17 Tebax 2017
Zindî
    Çepera şerê DAIŞê

    'YPG li dijî DAIŞê bi kê re şerê hevpar dimeşîne?'

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 99 0 0

    Ji berpirsên YPGê Polat Can, li ser hesabê xwe yî Twitterê got ku YPG, YPJ, herwiha Ceyş El Suwar, Burkan El Fırat, El Sanadîd, Tûgayên El Cezîreyê û Konseya Leşkerî ya Suryanî yên ku Muxalefeta Erebî ya Sûryayê pêk tînin di bin banê ‘Hêzên Demokrat ên Sûryayê' kom bûne û yekîtiyek ava kirine.

    Navenda Nûçeyan — Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li konferansa Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku 'li dijî DAIŞê kurd û artêşa Sûriyayê şerê rasteqîn dikin û mudaxeleya Amerîkayê jî bêkêr e' Serokê Amerîkayê Barack Obama daxuyand ku ew ê li Sûriyayê dest ji projeya perwerde û çekdarkirinê vekişînin û bi kurdan re hevkariyê bikin. Îro jî berpirsekî YPGê Polat Can, li ser hesabê xwe yî Twitterê got ku hêzên parçebûyî yên Muxalefeta Erebî ya Sûryayê bi kurdan re li hev kirine û dê li dijî DAIŞê şerekî bi kordîne û hevpar bimeşînin.

    Damezrandina yekîtiyê piştî daxuyaniya Obama bala çapemeniya cîhanê jî kişand. AFP û Reutersê ev bûyer wekî ‘fermîkirina îtifaqeke jixwe heyî'  bi nav kir.

    Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Obama 3ê Cotmehê li Koşka Spî daxuyandibû ku projeya perwerde û çekdarkirinê qediyaye û ji vir şun de ew dê bi hinek hêzên kurdan re bixebitin û wê hevkariyê bi pêş xînin.

    Rojnameya New York Timesê jî 4ê Cotmehê di nûçeya xwe de gotibû ku Obama ji bo Sûriyayê planeke nû eşkere kiriye û li gorî planê:
    1.    Hêzên Amerîkayê dê şervanên muxalefeta ereb ji hin testan re derbas bikin, qabiliyetên wan ên şervanî û hevkariyê test bikin.
    2.    Hêzên kurd ên ku bi awayekî çalak û serkeftî şer meşandine û jixwe amade ne dê bi hevkariya erebên ceribandî li dijî DAIŞê şer bikin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: ‘Yekîneyên me karên li dijî mirovahiyê nakin'
    YPGê li Helebê riyeke lojîstîk ji El Nusrayê stand
    YPG: El Nusra dixwaze navbera kurd û ereban de alozî derxe
    YPG û YPJ: 15 El Nusra li Helebê hatin kuştin
    YPG: 'Artêş û îstixbarata Tirkiyayê êrişên Li Helebê dimeşînin'
    YPG û pêşmerge bi hev re wê li dij DAIŞê şer bikin
    Etîketan:
    YPG, Polat Can, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de