11:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Êrişa Enqereyê

    Ji ber komkujiyê jiyan rawestiya

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 250 0 0

    Li gelek deverê Tirkiyeyê karmend û kadkar li dijî komkujiyê di grêvê de nin.

    Xwendakarên Zanîngeha Arelê jî li ser piyan in

    Li Zanîngeha Arelê bi sedan xwendakên kurd û şoreşger li dijî Komkujiya Enqerê dersan boykot kirin û çalakiya rûniştandinê li dar xistin. Xwendakaran bang kirin ku wê boykotkirina dersan sibê jî bidome.

    Zanîngeha Arelê - Çalakiya Rûniştandinê
    © Foto: Facebook
    Zanîngeha Arelê - Çalakiya Rûniştandinê

    Cenazeyê Dicle Delî hat definkirin

    Dicle Deliyê 17 salî ku di Komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest da li Stenbolê hat definkirin. Merasima cenazeyê li Silivrikapiyê hat kirin û bi sedan welatî beşdar bûn.

    Li Zanîngeha  Bilgiyê jî boykot heye

    Xwendekarên Zanîngeha Bilgiyê li dijî komkujiyê dersan boykot kirin û li nava zanîngehê meşeke li dar xistin.

    Li gelek zanîngehan xwendekaran dersan boykot kirin

    Zanîngeha Egeyê - Komkujiya Enqereyê - boykot
    © Foto: Facebook
    Zanîngeha Egeyê - Komkujiya Enqereyê - boykot

    Ji ber komkujiyê gelek sendîqe, saziyên sivîl û partiyên siyasî bang kiribûn ku jiyan bête rawestandin.

    Li ser vê yekê bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê di çarçevoya greva 2 rojan de dersan boykot kirin.

    Li zanîngehên Ege, Bogaziçi, Bilgi, Stenbol, Kocaeli, Yeditepe, Enqere, Mêrsîn û ODTUyê bi deh hezaran xwendakar bi girseyî

    Zanîngeha Yeditepeyê - Komkujiya Enqereyê
    © Foto: Facebook
    Zanîngeha Yeditepeyê - Komkujiya Enqereyê

    dersan boykot kirin û li dijî komkujiyê niha daketine qadan.

    STENBOL
    Di çarçoveya çalakiya greva 2 rojan de, li Stenbolê, karmend û kedkar hêza xwe bi kar anîn û hilberînê dan rawestandin, bi sed hezaran xwendekar jî dibistanan boykot kirin û  bang li her kesî hat kirin ku bikevin grevê.

     

    ÎZMÎR
    Bi deh hezaran kes li qada Gundogdu ya Îzmîrê bi deh hezaran karker û karmend kar berdan, bi hezaran xwendekar dibistan-zanîngehan boykot kirin û ji bo şermezarkirina qetlîamê kombûn.

    EDENE
    Li Edeneyê cenazeyên rêvebirê EMEPê Şebnem Yurtman û Gokan Gokbonê 18 salî hatin definkirin.

    Li bajêr bi hezaran kedkar û karmend bi pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOBê de dest bi grevê kirin û neçûn ser kar, her wiha bi hezaran xwendekarê Zanîngeha Çukurovayê jî dersan boykot kirin.

    Li navend û navçeyên Edenê gel li hemberî qetlîamê ser piyan e.

    Bi heman mijarî:

    KCK: "Berpirsiyarê vê komkujiya Enqerê AKPê ye"
    RTUKê, weşana teqîna Enqereyê qedexe kir
    Rûsya: Ji bo teqîna Enqereyê, divê hêj çend teqîn çêbibin?
    Li Enqereyê piraniya wan endamê HDPê 19 kes hatin binçavkirin
    Li Enqereyê di Mitînga Aştiyê de teqîn, herî kêm 47 kuştî û 192 jî birîndar hene
    Etîketan:
    Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de