09:45 18 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Rûsya li Îraqê, şûna Amerîkayê digre

    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li gorî analîza kovara Foreign Affairsê, Iraq ji bo operasyonên Amerîka yên li ser DAIŞê hêvîşikestî bûye û di êrişa dijî terorê de Rûsyayê wekî hevalkar ji xwe re dibine.

    Navenda Nûçeyan — Kovar di nivîsa xwe de dibêje, Iraq ji xeyrî Amerîkayê dixwaze bêtir hevkariyê bi Rûsyayê re bike.

    Rayedarekî Wezareta Derve ya Iraqê di axaftina ku digel kovara Foreignê de kir dibêje,'Amerîka ji bo sewqiyata çekan gelek zahmetî û şertên giran derdixe pêşiya me.'

    Ji alîyê din ve Wezîrê Berevanî yê Iraqê Xalid Ûbeydî di serdana Moskovayê ya meha Gûlanê de gotibû,'çekên Rûsya yên herî baş in û Amerîka di vê kalîteyê de nikare çekan çêbike.'

    Rûsya ji Amerîkayê cidîtir e

    Her wiha parlamentere Iraqê Îbrahîm Bahr el Ûlum di hevpeyvîna xwe ya New York Timesê de got, 'pêşveçûn û parastina însanên ji rêzê di qewirandina rêxistina DAIŞê de derbas dibe. Di vê mijarê de Rûsya ji Amerîkayê cidîtir xuya dike.'

    Bi heman mijarî:

    Balafirên Rûsyayê ji Amedê radibin
    Îran: Amerîka derheqê Rûsyayê de derewên mezin dike
    Rûsya: Ji bo teqîna Enqereyê, divê hêj çend teqîn çêbibin?
    Rûsya: '2 jê fermandar 300 milîtanê DAIŞê hatin kuştin'
    Rûsya: 'Tirkiya hevalkarekî me yê baş e'
    Etîketan:
    Amerîka, DAIŞ, Xalid Obeydî, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de