12:20 19 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    Davutoglu: 'Ji bo teqîna Enqereyê, di rêza pêş de DAIŞ heye, em lêkolînê didomînin'

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokwezîr Ahmet Davutoglu, di televîzyona NTVyê de got, di rêza şikdaran de DAIŞ di sereke ye.

    Navenda Nûçeyan — Davutoglu di axaftina xwe de got,'ev êriş Tirkiyê nake surî, ev jî wekî êrişeke 11ê Îlonê û Madrîdê ye. Lêgerîna teknîkî li herderê hatiye kirin lê bombe nehatine dîtin.'

    Em nêzîkî navekî bûn, îşaretî rêxistinekê dike

    Ahmet Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got,' di rêza pêş de DAIŞ heye, lêkolînên me berdewam in. Em nêzî navekî bûne û ew jî rêxistinekê îşaret dike. Hicreyên tevizandî dikarin xwe veşêrin, riha xwe jêkin şêweyê jiyana xwe biguherînin.Em DAIŞ, DHKP-C û PKKê dişopînin.'

    Çi dibe bila bibe em ê hilbijartinan bikin

    Davutoglu di dirêjiya axaftina xwe de got,' ez di çarçoveya giştî de dibêjim li 6 welatan şer heye. Gelekî hêsane şîrovekirin û ji tiştên biçûk teoriyên mezin ava bike, le bi vî rengî nabe. Li Tirkiyê din ava salekê de ev 3 caran diçe hilbijartinan û ev êriş li şertên hilbijartinê tesir dike. Digel vê jî em ê hilbijartinê bikin, her çi dibe bila bibe.'

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu: 'Krîza Sûriyeyê, ne krîza Tirkiye û Rûsyayê ye'
    Davutoglu: ‘Li gorî angajmanê em dê li balafirên Rûsyayê mudaxele bikin'
    Davutoglu: "Sîstema serokatiyê sîstema azadiyê ye"
    Etîketan:
    Tirkiye, Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de