10:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Polês - bûyer

    Tevrîzê 5 salî di himbêza dayika xwe de hat kuştin

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li taxên Daglioglu, Hurriyet, Denîzlî û Ova yên navçeya Seyhan û taxên Kiremîthane û Anadolu yên Yuregîr ên Edeneyê bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqere meş hatin lidarxistin.

    Navenda Nûçeyan - Piştî meşa li Edene ya bi armanca şermezarkirinê de zarokê bi navê Tevrîz Dora a 5 salî ya di hembêza dayîka xwe ji serê xwe birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

    Piştî meşê polîs ket nava kolanan raste rast derdor gulebaran kirin. Di vê demê de malbata Dora yê ku diçû mala xwe rastî êrîşa polêsan hat. Di êrîşa polêsan de zaroka bi navê Tevrîz Dora ya 5 salî ya ku di hembêza dayîka xwe de bû bi giranî birîndar bû.

    Zaroka bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçî ya Çukurova û ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok ji bo karên otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.

    Yemen
    © Foto: AA/ Mohammed Hamoud
    Şahidê bûyerê Abdulhalîm Guven diyar kir ku polês ketin ava kolanê û dest bi gulebaranê kir û di vê demê de zaroka di hembêza dayîka xwe de ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Şahidekî din jî got polêsan ji wesayîta zirxî gelê li kolanê gulebaran kir û zarokê bi navê Tevrîz Dora birîndar kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Namzeta HDPê jî hat kuştin!
    HDP: "69 kes hatin kuştin"
    ÎHD: "Di 78 rojan de 113 kes hatin kuştin"
    AMED - Polîsek hate kuştin
    Generalê Îranî li Sûriyeyê hat kuştin
    Etîketan:
    Tirkiye, Tevrîz Dora, Edene
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de