09:58 24 Nîsan 2018
    Vladîmîr Pûtîn

    Putin: Em li Sûriyê tevî operasyona bejahiyê nabin

    © Sputnik / Alexei Druzhinin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, diyar kir ku Rûsya li Sûriyê tevî operasyonên bejahiyê nabe.

    Putin ji televizyona Rossiya 24 re axivî û derbarê li Sûriyê tevlêbûna operasyona bejahiyê de got ‘Çi bibe jî em dîsa tiştek wiha nakin. Dostên me yê Sûrî jî vê yekê dizanin.'

    ‘ARMANCA ME EW E KU ŞERTÊN ÇARESERIYA SIYASÎ BÊ AVAKİRİN'
    Putin derbarê armanca operasyonên li Sûrî de got:
    ‘Peywîra me ew e ku şertên ji bo çareseriya siyasî bê avakirin û ji bo hikumeta meşrû re îstiqrareke bidin qezençkirin.'
    ‘EV NE BIRYAREKE FEWRÎ YE'
    Putin diyar kir ku ev operayonan ji nişka ve pêk nehatine, di serî de bi awakî baş hatine pilankirin û ewil bi dûvelangên hewayî xabatên îstixbarati hatine kirin.
    ‘MIN HÊVİYA XWE HÛNDA NEKİRİYE'
    Putin derbarê operasyonan de got: ‘Ez hêjî hêvî dikim ku dewletên din jî wê piştgirî bidin me.'
    ‘ARMANCA MIN AVAKIRINA ÎMPARATORIYA SOVYETÊ NÎNE'
    Putin li ser pirsekê got: ‘Ez naxwazim dîsa Împaratoriya Sovyetê ava bikim. Daxwazeke me yê wiha tine. Lêbelê divê em azadî û serxwebûna xwe biparêzin.'

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu: 'Krîza Sûriyeyê, ne krîza Tirkiye û Rûsyayê ye'
    Etîketan:
    Rossia 24, Vladimir Putin, Sûrîye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de