08:23 22 Mijdar 2017
Zindî
    Komkujiya EnqerêKomkujiya Enqerê-Kesên jiyana xwe ji dest dane tên oxirkirinDemirtaş - komkujiya enqerê

    'Hêrsa me ji êşa me mezintir e '

    © REUTERS/ Osman Orsal © Foto: Facook © Foto: HDP Basın Bürosu
    1 / 3
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 109 0 0

    Li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên biyanî gelê kurd li dijî komkujiyê li ser piyan in.

    AGIRÎ
    Bi sedan endam û rêveberên DBP û HDPê ya Agiriyê bi boneya komkujiya li dijî aştîxwazan şermezar bike, li ber avahiya DBPê ya Agiriyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Rêveberên DBPê pankarta reş bi avahiyê dakirin û çalakî pêk anîn. Wekilên HDPê yê Agiriyê Leyla Zana, Berdan Ozturk, Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay jî di navde bi sedan kes amade bûn.

    Komkujiya Enqerê - Leyla Zana - Agirî
    Komkujiya Enqerê - Leyla Zana - Agirî

    WAN
    Dayikên Aştiyê yên Wanê jî li ber avahiya DBPê ya Wanê komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Li ser navê Dayikên Aştiyê Zekya Kaya, êriş şermezar kir û diyar kir ku di dema KCKê daxuyaniya bêçalakiyê da ev êriş û komkujî pêk hat.
    MÛŞ
    Rêxistinên HDP û DBPê yên Mûşê jî bi meşekê komkujî şermezar kirin. Kom li ber avahiya DBPê kom bûn û heta şaredariyê meşiyan.

    18:34 Demirtaş: ‘Qatil hikumet e'

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş çû serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku qatil hikûmet e.

    Hat ragihandin ku saziya tipa edlî heta niha karê cenazeyên 90 cangoriyên aştiyê temam kir û cenazeyê 75 kesan teslîmî malbatên wan kirin û oxirî bajarên wan hatin kirin

    Demirtaş - komkujiya enqerê
    © Foto: HDP Basın Bürosu
    Demirtaş - komkujiya enqerê

    Gelek saziyên sivîl ên civakî jî, malbatên ku ji gelek bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatine Saziya Tipa Edlî bi tenê nahêlin û piştgiriyê didin malbatan. Piştî heyeta CHPê, girseya ku ji Hevserokê Giştî yê KESKê Lami Ozgen, Serokê Giştî yê DİSKê Kani Beko, Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş, Serokwekîlê Koma HDPê Îdris Baluken, wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û gelek kesên din hatin saziya tipa edlî û malbat ziyaret kirin.

    Demirtaş û koma li gel wî konê ji bo malbatan hatiye vedan ziyaret kirin û sersaxî ji malbatan xwest. Demîrtaş dayik hembêz kirin û êşên wan parve kirin.

    Demirtaş xwest lêpirsîn û lêkolîn bêtir kûr bibe û wiha got: ‘Êrîşa li Enqereyê pêk hat bi her awayî dişibe êrİşên li Pirsûs û Edeneyê. Min berê jî got bêyî dewletê cûk nikare li Enqereyê bifire. Em bi zanebûna vê yekê siyasetê dikin.

    Berpirsiyarê hemû kuştinên nediyar dewlet e. Ger ku ronî neke wê demê kujer dewlet e. Niha berpirsiyarê vê komkujiyê dewlet û hikûmet e. Berpirsiyarê komkujiya Amedê jî û Enqereyê jî dewlet e. Dê roj bê hiqûq hesap ji berpirsiyaran bipirse. Ger ku hesap ji wan kujeran bê pirsîn Tirkiye dê bibe welatê jiyanê.'

    18:42 ‘Cangoriyên aştiyê' li bajarên cuda hatin definkirin

    MANÎSA

    Komkujiya Enqerê-Kesên jiyana xwe ji dest dane tên oxirkirin
    Komkujiya Enqerê-Kesên jiyana xwe ji dest dane tên oxirkirin

    Cenazeyê Nîzamettîn Bagişcilar ê ku di komkujiya Enqere jiyana xwe ji dest da li gundê Mutevellî yê navçeya Saruhanli ya Manîsayê hat definkirin. Cenazeyê Bagişcilar li Salihliyê hat pêşwazîkirin û bi konvoyekî qelebalix anîn Mutevelliyê. Dema cenazeyê Bagişcilar anîn malê lorîkên kurdî hatin barandin. Pişt re cenaze birin mizgefta gund û piştî vecîbeyên olî li goristana gund hat definkirin.

    DENÎZLÎ
    Cenazeyê ciwanê bi navê Gokhan Akman ê 21 salî yê di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî li taxa Kizilkaya ya Denîzlî hat definkirin.

    MELETÎ
    Cenazeyê Endamê Baskê Ciwanan ê CHP'ê Canberk Bakiş jî li Meletî hat definkirin. Di merasîma cenaze de ligel rêveberên HDP û CHPê gelek welatî tevlî bûn. Cenazeyê Bakiş ewil anîn mala malbatê ya li taxa Beydagi û pişt re birin goristana tax. Bavê Bakiş Abdullah Bakiş darbesta kurê xwe hembêz kir û giriya. Piştî demek şunda cenazeyê Bakiş birin goristanê û hat definkirin.
    Cenazeyê ciwanê bi navê Eren Akin jî li goristana bajar hat definkirin. Ligel gelek welatiyan Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan, namzetê HDP'ê yê Meletî Aydin Erdogan, namzetê CHP'ê yê Meletî Eren Aslanoglu û gelek kesên din tevlî bûn.
    Cenazeyê Endamê KESK'ê Kasim Botur jî li Goristana Bajar a Meletî hat definkirin. Ligel nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî HDP, ESP, EMEP, ODP, DBP, Egîtîm Sen, SES, BTS û gelek kesên din tevlî merasîma cenazeyê bûn.

    SEMSÛR
    Bîlgen Parlak li navçeya Kolik a Semsûrê hat definkirin. Merasima ku bi hezaran kes tevlî bû de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" hat berzkirin. Piştî nimêja cenazeyê ku li Taxa Şeyhbabay hat kirin cenazeyê Parlak li goristana Şeyhbabayê hat definkirin û gora Parlak bi qurnefîlan hat xemilandin.

    17:27 Navê 120 kesên jiyana xwe ji dest dane zelal bûn

    Hat ragihandin ku nasnameya 8 kesan hêj nehatiye zelalkirin. Navên 120 kesan wiha ye:

    ‘Abdulkadir Uyan, Abdullah Erol, Abdulselam Çetin, Ahmet Elhadi an Alkhadi, Ali Kitapçi, Ali Deniz, Ali Deniz Uzatmaz, Ayşe Deniz, Azize Onat, Başak Sidar Çevik, Berna Koç, Bilgehan Karli, Bilgen Parlak, Binali Korkmaz, Canberk Bakış, Derici Erbasan, Dicle Deli, Dilan Sarıkaya, Dilaver Karharman, Ebru Mavi, Ekin Aslan, Elif Kanlıoğlu, Emin Aydemir, Emine Ercan, Emir Ercan, Emre Karataş, Ercan Adsız, Eren Akın, Erol Ekici, Fatma Esen, Fatma Karabulut, Fatma Eşe, Fatma Karakurt, Fevzi Sert, Feyat Deniz, Gökhan Akman, Gökhan Gökbölü, Gökmen Dalmaç, Gözde Aslan, Gülbahar Aydeniz, Gülbahar Aydın, Gülhan Elmascan, Güney Doğan, Hacı Kıvrak, Hacı Mehmet Şah, Hakan Dursun Akalın, İbrahim Atılgan, İdil Güney, İhsan Deniz, İsmail Kizilçay, İzzettin Çevik, Kasım Otur, Kemal Tayfun Benol, Kenan Mak, Korkmaz Tetik, Kubilay Ankara, Kubra Meltem Mollaoglu, Leyla Çiçek, Mehmet Ali Kılıç, Muhammed Zakir Karabulut, Meryem Bulut, Mesut Mak, Metin Peşman, Metin Kurklu, Muhammet Demir, Murat Orçun Çalış, Necla Duran, Nevzat Sayan, Nilgün Çevik, Nizamettin Bağcı, Nurgül Çevik, Onur Tan, Orhan Altıntaş, Osman Ervasa, Osman Turan Bozacı, Özver Gökhan Arpaçay, Ramazan Çelik, Ramazan Çalışkan, Ramazan Tunç, Resul Yanar, Rıdvan Akgül, Sarıgül Tüylü, Selim Örs, Serdar Gül, Sevgi Öztekin, Seyhan Yaylagül Yıldız, Sezen Vurmaz Babatürk, Şebnem Yurtman, Şirin Kılıçalp, Tekin Aslan, Umut Tan, Uygar Coşkun, Vahdet Öyke, Vahdettin Uzgan, Vedat Erkan, M.Veysel Atılgan, Yılmaz Elmascan, Yunus Derice, Ziya Saygın, Aycan Kaya, Orhan Işıktaş, Ramazan Çalış, Nevzat Özbilgin, Cemal Avşar, Mehmet Teyfik Dalgıç, Nurullah Erdoğan, Abdulbari Şenci, Bedriye Batur, Filiz Fatma Batur, Sevim Şinik, Hasan Baykara, Niyazi Büyüksütçü, Ümit Seylan, Gazi Guray veya Gural, Ahmet Katurlu, Serdar Ben, Mehmet Hayta, Adil Gür, Sabri Elmas, Erhan Avcı.’

    16:50 Komkujiyê bav û kur bi hev re girtin

    Îbrahîm Atilgan bi kurê xwe yê 9 salî Veysel Atilgan re tevlî mitînga aştiyê bûn û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Atilgan rêveber û endamê Sendîkaya Barkêşiya Yekgirtî ya KESKê bû û di heman demê de rêveberiya Komeliya Alîkariya ya BTSê jî dikir.
    Hat ragihandin ku Atilgan bi eslê xwe ji navçeya Kercewesê ya Êlihê ye û 4 sal berê ji ber peywira xwe çûbû Enqere. Atilgan li bajarên lê peywir kirî tevlî hemû çalakiyên demokratîk dibû.
    Hat zanîn ku enazeyê Atilgan û kurê wî bi balafirê ber bi Amedê ve hatin oxirkirin. Cenazeyê Atilgan û kurê wî seat dê di 18.00an de wê li Amedê bin û pişt re dê bibin navçeya Kerçewesê ya Êlihê û li wir bên definkirin.
    Di komkujiyê de herî kêm 12 endamên BTSê jiyana xwe ji dest dan û gelek rêveber û endamên wan jî birîndar bûn.
    Serokê Giştî yê BTSê Ugur Yaman jî birîndar bû û rewşa wî cidiye. 3 serokên giştî yên BTSê yên berê jî birîndar bûn.

    15.:42 Kesên jiyana xwe ji dest dane tên oxirkirin

    Li gorî nûçeya DÎHAyê cenazeyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li Qada Sihhiye ya ku duh dixwastin mitîngê li dar bixin bi dirûşmeya 'Qatîl, diz Erdogan' tên oxirkirin.

    Cenazeyê kesên ku di qetlîama duh de jiyana xwe ji dest dane niha li Enqereyê bi girseyî tên oxirkirin.
    Hat ragihandin ku bi hezaran kes beşdarî merasime cenayen bûne û Hevserokên HDPê jî di merasîmê de axivîne.

    Qetlîma Enqerê
    Qetlîma Enqerê

    Selahattîn Demirtaş li qadê ji deh hezaran re axivî û diyar kir ku kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo bêjin ‘aştî' hatinbûn cem hev.
    Demîrtaş anî ziman ku dîktator herî zêde ji aştiyê ditirsin û ligel komkujiyê ew dê her tim bêjin ‘bi israr azad bi israr berxwedan'.
    Demirtaş anî ziman ku ji duh ve Serokwezîr di hemû daxuyaniyên xwe de kesên jiyana xwe ji dest dan hedef girtin û wiha got: ‘Em dê çawa bi yên me qetil dikin û pişt me dikenin re bên cem hev.'

    11:52 HDP: 128 kuştî û 516 birîndar hene

    Duh danê sibê li paytexta Tirkiyê, Enqerê, du teqînên bihêz çêbibûn ku di bûyerê de bi dehan kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bibûn lê ji ber giraniya birîna birîndaran, hejmara kuştiyan roj bi roj zêde dibe.

    HDPê ragihand ku di teqînên Enqerê de 128 kes hatine kuştin û 516 kes jî birîndar bûne lê hikûmetê jî duh bi şev ragihand, di bûyerê de 95 kes hatine kuştin û 246 kes jî birîndar bûne. 

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Kurdistanê ji bo teqîna Enqere çi got?
    3 roj şîna neteweyî hat îlankirin
    FLAŞ - ÎDIA - Li gor vekîlê AKPê teqîna Enqere ji bo qezençkirina HDPê ye
    Erdogan: 'Ev êrîş li dijî yekîtiyê hat kirin'
    Partiyên Kurdistanî ji bo teqîna Enqere çi gotin?
    Etîketan:
    HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de