12:52 17 Kanûn 2017
Zindî
    harekete azadî

    Hereketa AZADÎ êrîşa Terorî Şermezar Kir

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Ji Navenda HEREKETA AZADÎ daxuyaniyek nivîskî hate parve kirin.

    Amed — Di vê daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrişa bombeyî ya li hember mitînga aştiyê ku îro li Enqereyê hate lidarxistin em şermezar dikin.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku di vê êrişa hovane de mirovên jiyana xwe ji dest dane em ji Xwedayê Mezin rehmet û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin.

    Hate destnîşankirin ku berê jî bi van rê û rêbazan gellek bûyerên bombeyî çêbûn. Lê mixabin dewlet û hukumet li hember van bûyeran tedbîrên ciddî negirtin, li ser van bûyeran lêkolînên bi rêk û pêk çênekirin û berpirsiyariya xwe neanîn cih.

    Em wek HEREKETA AZADÎ dibêjin ku şêr û pevçûnên li Kurdistan û Tirkiyê diqewimin bi lez û bez bêne bidawî kirin. Diyalog, muzakere, aştî û ji bona çareseriyê bangewaziya xwe em dubare dikin.

    Bi heman mijarî:

    HDP - AZADÎ - Îtifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê temam e an berdewam e?
    Hereketa Azadî li Amedê eydaniya xwe ya kevneşopî li dar xist
    ‘Ji Demirbaş re azadî'
    Di Hereketa AZADÎ de guherîna peywiran
    KCK: Roj roja rabûna ser piyan e - Cizîr meşa azadîye ye
    Etîketan:
    Hereketa AZADÎ, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de