05:35 21 Hezîran 2018
Teqîna Enqere

Partiyên Kurdistanî ji bo teqîna Enqere çi gotin?

© Foto : REUTERS/ Tümay Berkin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Partiyan kudî yê herema Kurdan herdu teqînên li Enqereyê rûreş kirin.

Amed — Îro, di pêşengîya KESK, DİSK, TMMOB û  TTByê  Li Enqereyê  ‘'Mîtînga Aşitîyê'' lidarket. Lê berîya ku mîtîng destpêbibe, du bombe teqîyan û herî kêm 86 kesan jiyana xwe ji dest da û 186 kes jî birîndar bûn.

Li Amedê Partiya Azadiyê  û Sosyalîzme (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK),Partiya Kurdistanî (PAKURD), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrasî ya Beşdarî (KADEP) û Hareketa Azadî derbarê bûyerê de daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniya partiyan de wiha hat gotin: "Ew hêzên tarî yên li Tirkiyeyê û kurdistanê dijminatiya aşitiyê, azadiyê û demokrasîyê dikin, careke din rûyê xwe yê qirêj nîşan dan û ev qetlîama pêkanîn."

Di daxuyaniyê de hat amaje kirin, dîrokê bi dehan caran îspat kirîye ku, tu êrîş û qetlîam dê nikaribe rê li ber têkoşîna aşitî, azadî û demokarasîyê bigire.

Di berdewamiya daxuyniyê de wiha hat ragihandin: "Dewleta tirk demildest divê faîlên vê qetlîamê derxîne holê. Na heger Dewlet qatilan  aşkere neke, wê gavê temama berpirsiyarîya vê qetlîamê dê di hustiyê Dewleta Tirk de bimîne.

Em vê êrîşê û yên ku ev êrîş plan kirine û pêkanîne bi tûndî rûreş dikin. Bila serê gelên me û yê malbatên şehîdan sax be. Rehma xwedê li şehîdan be. Şîfayê ji birîndaran re"

 

Bi heman mijarî:

TAYBET- Endamê Azadiyê Atila Pay: ‘Cizîr nalenal dike'
TAYBET - Nêrînên Tevgera Azadiyê yên derbarê rojevê de
PAKê ji bo Hacî Bîrlik daxuyanî da
PAKê serdana Cizîra Botan kir
TAYBET - PAKê bangî NY, YE û NATOyê kir
PAK: Em Dr. Qasimlû û hevalên wî bibîr tînin
Etîketan:
Hereketa AZADÎ, PAK, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de