05:20 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ala MHPê

    MHP: 'Ewlehiya welatiyê me nemaye'

    © Foto: Flickr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Sekreterê Giştî yê MHPê Mustafa Kalayci, di derbarê teqîna Enqereyê de got, ev teqîn gelê me êşand.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Sekreterê Giştî yê MHPê Mustafa Kalayci, di derbarê teqîna Enqereyê de got, ev teqîn gelê me êşand. Ji îro pêde aramî nemaye. Ewlehiya can û malê welatiyan nehatiye girtin. Ez pêşî vê bipirsim gelo unîteyên îxtîxbaratê çi dikin? an derde wan tene qesr e.'

    Kalayci di berdewamiya dayuyaniya xwe de dibêje,'wekî hûn zanin li Pirsûsê jî teqînek çêbû, hêjî ne diyare kî kir û nehatiye rawekirin ku çawa çêbûye.'

    CHP, em vê heq nakin

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya ji bo teqîna Enqereyê de got,' em vê heq nakin.

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hisabê xwe yê Twitterê de got,' em vê heq nakin, ciwanên me, însan vê heq nakin. Serê me sax be… Ji miriyan re ji Xwedayê Alemê rahme û ji birîndaran jî şifaya xêrê dixwazim. Em vê heq nakin.

    Ciwanên me, însanên me vê heq nakin. Raste em pir xemgînin, divê em eqlê selîmtiyê winda nekin û em xwe radestî tarîtiyê û aloziyê nekin.'

    Bi heman mijarî:

    RTUKê, weşana teqîna Enqereyê qedexe kir
    Dîmênên berî teqînê ketin MOBESEyê
    ENQERE - Navên 192 kesên ku teqînê de birîndar bun (HAT NÛKİRİN)
    Rûsya: Ji bo teqîna Enqereyê, divê hêj çend teqîn çêbibin?
    Li Enqereyê di Mitînga Aştiyê de teqîn, herî kêm 47 kuştî û 192 jî birîndar hene
    Etîketan:
    MHP, CHP, Kemal Kılıçdaroğlu, Mustafa Kalayci, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de