01:59 19 Hezîran 2018
Şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

Ji KCKê banga agirbesta yekalî

Sputnik
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku, ew hêzên xwe dikşînin pozîsyona "bêçalakiyê" û heta hêzên Tirkiyê êrişî wan nekin ew şer nakin.

Navenda Nûçeyan — KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir ku li ser bang û daxwaziyên derve û hundirê Tirkiyê, tevahiya êriş û çalakiyên xwe yên leşkerî li nav Tirkiyê didin sekinandin û hêzên xwe dikşîna poîzsyona bêçalakiyê.

Di beşek daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Gerîlayên me dê di vê pêvajoyê de çalakiyên pankirî nekin û rewşa xwe ya heyî biparêzin û ti astengiyekî li pêşiya hilbijartinan jî dernaxin…"

KCKê banga li hêzên navdewletî û aliyên demokratîk ên Tirkiyê jî kiriye ku di pêvajoya agibestê de ji bo ku hilbijartineke tendurist pêk were, hişyariyeke mezin nîşan bidin…

Beriya niha hevseroka KCKê Besê Hozat gotibû, emê ji bo piştgiriya HDPê di hilbijartinên 1ê Mijdarê de gaveke dîrokî bavêjin û tevahiya planên kirêt ên AKPê pûç bikin. Ev daxuyaniya Besê Hozat wek ragihandina agirbestê hatibû şirovekirin.

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan beriya niha li ser ragihadina agirbestê ji aliyê PKKê ve gotibû, "ew ji bo amadekariyên xwe yên zivistanê vê yekê dikin".

Şerê Tirkiye û PKKê, piştî 2.5 salan agirbest û pêvajoya çareseriyê, roja 24ê Tîrmeha îsal û bi êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li ser kampên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê dîsa dest pê kiribû.

 

Bi heman mijarî:

ÎDIA - KCK: 'Ocalan nehişt em AKPê biqedînin'
KCK ji bo hilbijartinên 1ê Mijdarê agirbestê nîqaş dike
Hatîp Dîcle: "Di Dolmabahçeyê de KCKê û Tirkiyayê li hev kiribûn
KCKê peyamek şand kongreya PYDê
KCKê daxuyaniyeke duyemîn da: 'Em amade ne û divê tecrîd li ser Ocelan rabe'
KCK: 'Em ji agirbesta dualî ya bi hakem re amade ne'
Etîketan:
KCK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de