13:19 21 Hezîran 2018
Teqin - Amed - şer - pevçûn

Li Amedê şer, ciwan û polêsek hatin kuştin û 2 polês jî birîndar in

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Sûrê a navendî ya Amedê şer derket. Di şer de polêsek û ciwanekî bi navê Xelîl Tuzulerk hat kuştin 2 polês jî birindar bun.

Navenda Nûçeyan - Walitiya Amedê îro bere sibehê li navçeyên Sûr û Yenîşehîrê derketina ji malan qedexe kiribû. Li navçeya Sûrê, polêsan piştî qedexeya derketina ji malan dor li taxan girt şer derket. Li şer de polêsek hat kuştin û ciwanê bi navê Halîl Tuzulerk li ser banê xaniyê xwe rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat ragihandin ku polêsek hatiye kuştin û 2 polês jî birîndar bûne.

Halîl Tuzulerk, dema ji bo kevokên xwe yên li ser banê xaniyê xwe yê li kolana Haci Nûrî êm bike derket ser xanî û di encama gulereşandina polêsan re jiyana xwe ji dest da.
Ji ber êrîşên polêsan, cenazeyên Tuzulerk ji taxê nikare bê derxistin. Malbatê cenaze li betaniyeyê pêçandiye û li mala xwe radigire.

Bi heman mijarî:

AMED - Polîsek hate kuştin
Rûsya: '2 jê fermandar 300 milîtanê DAIŞê hatin kuştin'
Generalê Îranî li Sûriyeyê hat kuştin
Gever: 'Ciwanekî 17 salî hat kuştin'
Rokistan - Keçeke kurd hat kuştin
Etîketan:
Tirkiye, Xelîl Tuzulerk, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de