05:23 12 Kanûn 2017
Zindî
    Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

    Demîrtaş: 'Komkujî pêk hatiye, li şûna ambûlansan hêza polêsan tê'

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir, "Em bi feraseteke welê ya dewletê re rû bi rû ne, ku bûye mafya, bûye kujer."

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Giştî yê HDP'ê SelahattîN Demîrtaş, der barê komkujiya li Enqereyê de li Stenbolê daxuyaniyek da. Demîrtaş diyarkir ku ev êrîş di demeke ku nîqaş li ser agirbestê dihat kirin de pêk hatiye û wiha axivî:

    "Di demeke ku nîqaş li ser agirbestê dihat kirin de li Enqereyê li hemberî aştîxwazan êrîşek bi vî rengî hat kirin. Bêguman hemû hevalên me yên li cihê bûyerê, di nava êşeke mezin de ne. Hewl didin cenazeyan rakin, birîndaran bigihînin nexweşxaneyan. Lê belê, di vê rewşê de jî bila li wan dîmenan temaşe bikin; wê bibînin ku polîs bi gazê êrîşî gel dikin. Gazê diavêjin nava cenazeyan, nahêlin ambûlans xwe bigihînin cihê bûyerê."

    Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de got, "Li navenda Enqereyê komkujiyek bi vî rengî pêk hatiye, lê li şûna ambûlansa, hêzên polîs tên. Xuyaye hatiye xwestin, ku hejmara miriyan li wê derê zêde bibe. Û tevî vê yekê jî nûnerên desthilatdariyê Serokwezîr niha radibin dibêje 'bi xwînsarî tevbigerin'. Li nava çavê me dinêre û bi vê gotinê bilêv dike."

    Bername hatin betalkirin

    Demîrtaş da xuyakirin ku, wan bernameyên xwe yên ji bo hilbijartinê betal kirine û got, "Li holê bi dehan cenaze hene, kî dikare di vê rewşê de xebata hilbijartinê bimeşîne.. Me plansaziya xwe ya li hemû bajaran betal kir. Em ê bi cenazeyên xwe, bi birîndarên xwe re eleqedar bibin. Li hemberî van êrîşên namerdî em ê li ber xwe bidin. Li her derê em ê li ber xwe bidin. Azadî û atşî ji hilbijartinan gelekî girîngtir e."

    Bi heman mijarî:

    Li Farqînê li devê dibistanê teqîn: zarokek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn
    Li Wanê û Batmanê, erîş û teqîn: 13 birîndar
    Teqînekî mezin çebû : 36 kuştî û 50 birîndar
    Li Qamişloyê teqîn: Mirin û Birîndar hene
    Li Bedlîsê teqîn: Mirî û birîndar hene
    Etîketan:
    HDP, Selahattîn Demîrtaş, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de