08:30 13 Kanûn 2017
Zindî
    Komkujiya Enqereyê

    Ertugrul Kurkçu: 'Min cendekê 3 zarokên kuştî dîtin'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu di derbarê teqîna Enqereyê agahî dan.

    Navenda Nûçeyan — Ertûgrûl Kurkçu yê HDP'yî da xuyakirin, ku di êrîşa li Enqereyê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û wî bi xwe cesedên 3 zarokan dîtiye.
    Kurkçu di axaftina xwe de got, "Niha beşeke girîng a birîndaran bi ambûlansan hatin şandin. Zêdeyî 50 birîndar hene, lê li cihê ez lê me, di teqîna bombeya destpêkê de zêdeyî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ser wan bi pankart û alan hatiye nixumandin."
    Kurkçu di berdewamiya axaftina xwe de got, "her wiha bedenên 3 zarokên hatine kuştin, dibînim. Li cihê teqîna duyemîn jî bawerim heman rewş heye. Şahidan anîn ziman ku beriya destpêkirina meşê, li pişt kortejê 2 bombe 20-30 metre dûrî hev teqiyan û herêm veguherî gola xwînê. Mudaxale gelekî dereng ket, ambûlans gelekî dereng hatin; ji ber jêçûna xwînê hin mirovan jiyana xwe ji dest dan."

    Bi heman mijarî:

    Li Farqînê li devê dibistanê teqîn: zarokek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn
    Li Wanê û Batmanê, erîş û teqîn: 13 birîndar
    Li Qamişloyê teqîn: Mirin û Birîndar hene
    Li Bedlîsê teqîn: Mirî û birîndar hene
    Etîketan:
    Ertugrul Kurkçu, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de