09:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Xezze

    Filîstîn: '7 kuştî û bi 100an birîndar'

    © AFP 2017/ JAAFAR ASHTIYEH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alozî û pevçûnên di nava Filîstîniyan, şêniyên Yahûdî û leşkerên Îsraîlê, ku roja 1ê Cotmehê destpê kirin, dijwar dibin.

    Navenda Nûçeyan — Alozî û pevçûnên navbera Fîlîstîniyan û şêniyên Yahûdî û leşkerên Îsraîlê, ku roja 1ê Cotmehê destpê kirin, her dijwar dibin. Di destwerdana leşkerên Îsraîlê ya li xwepêşandêrên li Xezze û Şerîaya Rojava de, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî sed kes jî birîndar bûn.

    Filîstîniyên ku li hemberî şêniyên Yahûdî xaka xwe diparêzin, di meha Îlonê de dest bi xwepêşandanên protestoyî kirin. Ev xwepeşandan ji 1ê Cotmehê û vir ve bi giranî li Şerîda Xezzeyê rû didin.

    Di pevçûnên duhî de di nêzî sînorê Îsraîlê de herî kêm 6 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku yek ji mirovên jiyana xwe ji dest dane zarokê bi navê Mûhammed el Rapab ê 15 salî ye.

    Rayedarên Îsraîlê jî îdîa kirin, ku mirin ji ber gulereşandina li 200 ciwanên li bakurê Xezzeyê kom bûbûn û dest bi meşê kirin, rû daye û Filîstîniyên xwepêşandana protestoyî lidar xistine, bi kevir û lastîkên şewitandî êrîşî hêzên ewlekariyê kirine.

    Di pevçûnên li Kiryat Arba ya li Şerîaya Rojava de, Fîlîstîniyekî jiyana xwe ji dest da

    Bi heman mijarî:

    'Îsraîlê Mescîdê Eqsa qedexe kir'
    Rûsya û Îsraîlê li ser sazkirina mekanîzmaya koordînasyonê ya hevbeş li hev kirin
    Îsraîlê êrişî Tugayên Qesam kir
    Tirkîyaye êrîşê Îsraîl şermezar kir
    Şahciwana Îsraîlê: 'Kêfa min pir ji kurd û Kurdistanê re tê'
    Etîketan:
    Îsraîl, Filîstîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de