00:38 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sûr

    Li Sûr, Yenîşehîr û li Kerboranê derketina ji malan hat qedexekirin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di daxuyaniya walîtiyê de hatiye gotin ku ev yek "ji bo parastina can û malê welatiyan" tê kirin û heta fermanek din dê bidome.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeyên Sûr û Yenîşehîrê yên Amedê û li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê derketina ji malan hat qedexekirin û hêzên Tirk dest bi operasyonê kirin.

    Walîtiya Amedê ragihand, îro danê sibê ji saet 05:00 li hinek taxên navçeyên Sûr û Yenîşehîrê yên Amedê derketina derve hatiye qedexekirin.

    Hat zanîn ku piştî ku derketina derve hat qedexekirin, hêzên ewlehiyê yên Tirk dest bi operasyonê kirin.

    Li gorî agahiyan, di operasyonê de helîkopter jî alîkariyê didin hêzên ewlehiyê.

    Li navçeya Kerobranê ya Mêrdînê jî ji saet 07:00 ve derketina derve hat qedexekirin û li wir jî operasyon hat destkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li wê navçeyê derketina derve dîsa hat qedexekirin
    Li Silopiyê qedexeya derketina ji malan rabû
    Washington: 'Herêma ji firînê re qedexekirî, egera pevçûna Rûsya û Amerîkayê'
    Li Sîlopiyê derketina derve hat qedexekirin
    Etîketan:
    Tirkiye, PKK, Mêrdîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de