22:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    FLAŞ - Roja derbasbûna Pêşmerge bo Rojava eşkere bû

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku sere pêşî beşek ji hêzên Pêşmerge di vê mehê de wê derbasî Rojava bibin

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyekî nêzîkî Pêşmergeyên Rojava yên li Başûr ji Rûdawê re gotiye, hemû amadekarî hatine kirin ji bo ku beşek ji pêşmerge derbasî Rojava bibin.

    Wî jêderî da zanîn, pêşmergeyên han dê vê mehê derbas bibin û tevlî hêzeke hevbeş a Artêşa Azad, YPG û hinek hêzên din ên dijbereya Sûriyê bibin ku ji aliyê Amerîka ve tên piştgirîkirin û organîzekirin.

    Beriya niha jî alîkarê berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Kobanî Idrîs Nehsan ji Rûdawê re gotibû, îhtimal heye Pêşmerge derbasî Rojava bibin çimkî gavên baş di vî warî de hatine avêtin.

    Tê zanîn, Amerîka beriya niha beşek ji hêzên dijbereya Sûriyê perwerde û çekdar kiribû lê li gorî ku rayedarên amerîkî dibêjin, ew program pûç derket.

    Di qonaxa yekemîn ya wê bernamê de hêzên ku ji aliyê Amerîka ve hatibûn perwerdekirin, rastî êrişa çekdarên El Nusrayê hatibûn û ji hev belav bibûn. Di qonaxa duyem de jî ew çekdarên ku ji aliyê Amerîka ve hatibûn perwerdekirin bi çekên xwe ve tevlî EL Nusrayê bibûn.

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - Kapasîteya petrol û xaza kurdan hate tesbîtkirin
    ROJAVA: 3 pêşmerge birîndar in û yekî jiyana xwe ji dest da
    Salih Mislim: "DAIŞ li Rojavayê nemaye" - Bila Pêşmerge neyên"
    ROJAVA - Balafirên Rûsyayê li nêzîkî Efrînê li ser El-Nusra bombebaran dikin
    Etîketan:
    Pêşmerge, PYD, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de