03:17 25 Mijdar 2017
Zindî
    polês

    ÎHD: "Di 78 rojan de 113 kes hatin kuştin"

    © Sputnik/ Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) raporek amade kirîye û eşkere kir ku di navbera 24'ê tîrmehê û 8'ê cotmehê de 113 sivîl hatin qetilkirin.

    Enqere — Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku bi van kuştinan bi awayekî vekirî Peymana Cenevreyê hatiye binpêkirin û sûcê şer kiriye.

    Turkdogan bang li Xaçasor, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, Komîseriya Mafên Mirovan a NY'ê kir ku bên li Kurdistanê lêkolînê bikin.

    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora ji 24'ê tîrmehê heta 8'ê cotmehê binpêkirina mafên mirovan û bîlnçoya welatiyên sivîl ên hatine qetilkirin amade kiribû bi daxuyaniya çapemeniyê ya li navenda xwe ya giştî ya li Enqereyê hat dayîn ji raya giştî re aşkera kir.

    Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku di 24'ê tîrmehê de pêvajoya pevçûnê xistin desrê û ji vê rojê di 78 rojan de 113 sivîl hatin qetilkirin. Turkdogan da zanîn ku ev rewşeke gelekî xetere ye û ev tişt anî ziman: "Wextê mirov li van bûyerên kuştinê dinêre 5 jê ji hêla mîlîtanên girêdayî PKK'ê ve mirine û yên din tevî ji hêla hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.

    Bi heman mijarî:

    Bangewaziya melayên Cizîrê: ‘Li hemberî zilmê raweste'
    Raporta Cizîrê: 'Kuştin bi kêfî ye û derveyî qanûnan e'
    Li taxên Cizîrê sindoqên hilbijartinê nayên danîn
    Pîrên Elewiyan çûn serdana Cizîrê
    PAKê serdana Cizîra Botan kir
    Li Cizîrê qedexeya derva rabû
    Li Cizîrê derketina derve qedexe ye
    Etîketan:
    ÎHD, Ozturk Turkdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de