07:43 23 Hezîran 2018
cînayeta jina

Rokistan - Keçeke kurd hat kuştin

© Foto : Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Keçeke kurd a 20 salî li Almanya ji aliyê malbata xwe ve bi hiceta paqijkirina namûsê hate kuştin.

Navenda Nûçeyan — Keça bi navê Rokistan a ji Rojavayê, tevî malbata xwe, piştî şerê li Sûriyê reviya bû û çûbû li Almanya bi cih bibû.

Li gor agahiyên nêzîkî malbatê, ew keç berî niha li Sûriyê ji aliyê 3 kesan ve rastî dest dirêjiya seksê hatibû.

Rokistan dema ku çûbû Almanya, bi temamî behsa çîrok û serpêhatiya xwe kiribû û tiştê ku hatibû serê wê eşkere kiribû.

Rokistan di nava 2 salên derbasbûyî de, fêrî zimanê almanî bibû û li Almanyayê weke wergêr dest bi kar kiribû û tevlî civaka almanî bibû.

Keça kurd ji Rojavayê li bajarê Dessauaw yê eyaleta Saxony-Anhaltê ya Almanyayê di nava daristanekê de, ji aliyê polîsên almanî ve kuştî hatibû dîtin.

Hat ragihandin, ew bi kêran hatibû kuştin û polîsên almanî jî dibêjin, destê malbata wê di kuştina wê de heye.

Polîs niha li bav û birayên wê digerin.

keça kurd Rokistan
© Foto : Rudaw
keça kurd Rokistan

 

 

 

Bi heman mijarî:

KURDİSTAN - Kirîza serokatiyê dîsa çareser nebû
Pêşmerge: "Kurd serxwebuna Kurdistanê dixwazin"
ÎDIA - PKK agirbestê radigihîne
Polêsan li Agiriyê parlementerên HDPê derp kirin.
Daxuyaniya Erdoğan derbarê îşkenceya li cinazeyê Hacî Birlik
Etîketan:
Rokistan, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de