15:36 21 Hezîran 2018
Farqîn polêsê tirk

Li Amedê şer: Jineke hat kuştin

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Polêsan li navçeya Rezan a Amedê bi bombeyan êrişî maleke kirin û di encamê de jineke hate kuştin.

Dikanên talankirî û wêrankirî, Farqîn
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Li Kolana Sakarya ya taxa 5 Nîsan a Rezan polîsan bi ser malekê de girt.

Hat îdiakirin ku di encama serdagirtina malê pevçûn derket.

Hate gotin ku polîsan ewil mal gulebaran kirin û pişt re jî deriyê malê şikandin û ketin hûndir. Li gorî nûçeya DÎHAyê di malê de jinek hatiye înfazkirin û xwediya malê ya felçî Hayriye Kuçuk rakirin nexweşxaneyê û keçên wê Sevgî, Songul û Nesrîn Kuçuk û 3 kesên din ên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Hat ragihandin ku Parlementera HDPê Feleknas Uca çûye cihê bûyerê û polêsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişê li welatiyên derdorê kom bûn kirine û gule berdane hewayê.

Hat gotin ku li derdora avahiyê gelek wesayîtên zirxî û wesayîtên bê plaqe yên Rang Rover ên 4x4 hêj disekinin.

Bi heman mijarî:

Li Farqînê 2 zarok hatin kuştin
Li Bismilê 4 welatî hatin kuştin
Li Bismilê zarokek 9 salî hat kuştin
Gelo Hacî Lokman Birlik çawa hat kuştin?
Etîketan:
DÎHA, Rêzan, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de