15:52 18 Kanûn 2017
Zindî
    PKK

    ÎDIA - PKK agirbestê radigihîne

    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî îdiaya Rojnameya Cumhuriyetê ya ku li ser navê Mustafa Halif hatiye weşandin, tê gotin ku Hakan Fidan diçe serdanê û Ocalan vedigere gotûbêjan.

    gulten kışanak
    © Foto: Dîyarbakır belediyesi
    Navenda Nûçeyan — Mustafa Halif îdia dike ku Şêwirmendê Ewlehiya Gelemperî Muhammed Dervişoglu û şêwirmendê MÎTê yê berê Emre Taner ev mijara hevdîtinên bi Ocalan re baş bi rê ve dibirin. Amerîka jî pêwendiyê bi Qendîlê datîne da ku navbeynkariyê bike. Jixwe pêwendiyên Îranê ji berê de jî bi PKKê re hene.

    Hakan Fidan diçe serdanê

    Halif, piştî 1ê Cotmehê Hakan Fidan wê ji MÎTê veqete, di vê mijarê de bi biryar xuya dike. Dibe ku wekî balyoz ji bo Washington an jî cihekî din bê tayînkirin. Nizanim ka Serokomar Erdogan hatiye qanîkirin; lê ji bo Fidan xebatek tê kirin.

    Ocalan vedigere

    Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Mustafa Halif, dibe ku Ocalan projeya xwe ya Tirkiyayîbûnê têxe rojevê. Her wiha Erdogan mirovekî pragmatîst e, li gorî encamên 1ê Cotmehê wê pozîsyona xwe biguherîne.

    Her wiha rojnamevanekî Cumhuriyetê Celal Başlangiç di nivîsa xwe îro de îdiayek girîng kiriye û gotiye, li gorî agahiyên ku min bidest xistine, PKK dê ji bo hilbijartinên 1ê Cotmeha îsal û ji bo piştgiriya HDPê agirbesteke yekalî ragihîne.

    Celal Başlangiç ji bo xurtkirina wê îdiaya xwe jî nivîsa hevseroka KCKê Besê Hozat nîşan daye ku duhî ji aliyê rojnameya Ozgur Gundemê ve hatibû belavkirin.

    Besê Hozat di nivîsa xwe de wiha gotibû: 'Tevgera Azadiyê ji bo serkeftina mezin a HDPê ya roja 1ê Cotmehê dê dîsa helwesteke dîrokî rave bike, tevahiya planên kirêt ên AKPê pûç bike…'

    Bi heman mijarî:

    Parlementera HDPê: ‘Pêvajoya çareseriyê bi Ocalan dest pê kir û bi Erdogan jî qediya'
    Davutoglu: :'Ne hewce ye ku em bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin'
    Li dibistanên Rojava de bi felsefeya Ocalan tê perwerdekirin
    Etîketan:
    Tirkiye, PKK, Abdullah Ocalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de