05:37 21 Hezîran 2018
Operasyon - çalakî - protesto - amed - polês

Polêsan li Agiriyê parlementerên HDPê derp kirin.

© REUTERS/ Sertaç Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îro li Agiriyê bi pêşengiya DBPê û HDPê ji bo avakirina aştiyê mitîng hat lidarxistin, lê piştî mitîngê polêsan 3 welatî binçav kirin û parlemanterên HDPê jî hatin derbkirin.

Li Agiriyê DBPê bi şîara ‘AKP şer dixwaze. Em ê aştiyê ava bikin' daxuyanî da.

Di nava wan de parlamenterên HDPê Oztruk û Taşdemîr jî hebûn bi sedan welatî li ber avahiya DBPê ya Agiriyê kom bûn û bi hilgirtina pankarta ‘Em komployê şermezar dikin. Rêveberiya cewherî ya gel silav dikin' meşiyan.

Hat ragihandin ku polêsan nehiştiye meş bi dawî bibe û li ser vê yekê ji hêla rayedarên DBPê ve daxuyanî hatiye dayîn

Li gorî nûçeya DÎHAyê piştî daxuyaniyê polêsan hewl dane 3 welatiyên pankart hildabûn tevî pankartê ve binçav bikin û êrişî welatiyan kirine.

Herwiha hat gotin ku polêsan parlementerên HDPê yên Agiriyê Berdan Oztruk, Dîlan Taşdemîr û Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay derb kirine.

Bi heman mijarî:

Parlementera HDPê: ‘Pêvajoya çareseriyê bi Ocalan dest pê kir û bi Erdogan jî qediya'
Li Enqereyê piraniya wan endamê HDPê 19 kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê operasyon: Rêveberên HDPê û rojnamevan hatin binçavkirin
Polîsên Tîmên taybet tîyê parlamentera HDPê kuştin
HDPê meclis terk kir
Etîketan:
DBP, HDP, Mukaddes Kubîlay, Dîlan Taşdemir, Berdan Ozturk, Agirî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de