04:33 16 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Daxuyaniya Erdoğan derbarê îşkenceya li cinazeyê Hacî Birlik

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Tirkiyê li ser îşkenceya li cenazeyê Hacî Birlik hatî kirin axivî.

    Navenda Nûçeyan — Recep Tayyip Erdogan, di civîna çapemeniyê de axivî û li ser pirsyara îşkenceya li cenazê Hacî Birlik hatibû kirin wiha got: ‘Ez wê bûyerê baş nizanim. Kî kêşaye, kî hatiye kişandin; divê bê lêkolîn. Heke polêsên dewletê ew tişt kiribe, helbet tiştekî xelet e. Divê tiştekî wisa neyê kirin.'

    Hacî Lokman Bîrlîk, li Şirnexê hatibû qetil kirin û laşê wî bi dû erebeyeke zirxdar a Tirkiyayê hatibû girêdan û bi erdê re hatibû kaşkirin. Jinbiraya Hacî Bîrlîk, parlementera HDPê Leyla Bîrlîk jî îdia kiribû ku Hacî bi birindarî hatibû girtin û paşê hatiye înfazkirin.
    Piştî ku wêneyên Hacî Birlîk hatin weşandin, dîmenên ku polêsan li ser cenazeyê wî poz didan jî derketibûn. Serokwezîrê Tirkiyayê  Ahmet Davutoglu li ser bûyerê tiştek negot; lê diyar kir ku dê li ser weşandina wêne û dîmenan lêpirsînê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’
    Kremlîn: 'Pûtîn, ji gotinên Erdogan agahdar e'
    Erdogan: 'Hevkariya Ewropayê li ser dijberiya kurdan ava dike'
    Parlementera HDPê: ‘Pêvajoya çareseriyê bi Ocalan dest pê kir û bi Erdogan jî qediya'
    Erdogan: 'Îxlala Rûsyayê navê Tirkiyê xera dike'
    Erdogan: ‘PYD jî wekî PKKê rêxistineke teror e'
    Etîketan:
    HDP, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de