00:40 13 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    TAYBET - DAIŞê li hemberî leşkerê dîl yê Tirkiyeyê, daxwaza berdana 200 milîtanên xwe kir

    © AP Photo/ Militant website via AP
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    DAIŞê ji bo leşkerê dîl yê Tirkiyeyê azad bike xwestekên xwe radestî desteya MÎTê kir.

    Navenda Nûçeyan — DAIŞê ji bo leşkerê dîl yê Tirkiyeyê azad bike xwestekên xwe radestî desteya MÎTê kir, DAIŞ ji Tirkiyeyê daxwaza berdana 200 milîtanên xwe yên girtî dike û lîsteya navan radestî desteya MÎTê kir.

    Li gorî agahiyên Spûtnîkê ku ji çavkaniyên ewle bidest xistiye ku Spûtnîkê ev mijar anîbû rojevê, Tirkiye ji bo leşkerê xwe Serter Taş ku niha di destê DAIŞê de dîl e, pêwêndî bi rêxistina DAIŞê re danîn.

    MÎTê ji DAIŞê pêşî rewşa tenduristiya leşker pirsî, DAIŞê jî ji MÎTê re gotiye ji bo ewlehiyê me cihê wî guherandiye û rewşa wî baş e û ji bo ku leşker zirarê nebîne bi serê xwe di odeyekê de dimîne û leşker daîm daxwaza serbest berdanê ji me dike.'

    Bi heman mijarî:

    400 çekdarên DAIŞê gihiştin Tirkiyayê
    Pêşmerge 16 çekdarên DAIŞê girt!
    DAIŞê li Girê Spî êrişî YPGê kir
    Qeraxên Libyayê di bin kontrola DAIŞê de ye
    Etîketan:
    Tirkiye, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de