09:33 23 Hezîran 2018
DAIŞ

400 çekdarên DAIŞê gihiştin Tirkiyayê

© AFP 2018 / File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdiakirin piştî lihevkirina 4 aliyên Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyayê û zêdebûna êrîşên hewayî yên Rûsyayê, gelek çekdarên DAIŞê direvin û xwe dispêrin Tirkiyayê.

Pêşmerge- Mûsil - operasyon - eniya şer
© Sputnik / Hikmet Durgun
Navenda Nûçeyan — Li gorî malpera Rojnewsê Tirkiyê gelek hêzên xwe yên wekî Yekîneyên Sultan Fatih bi rêya DAIŞê şandine navçeyên Hemaya di nav axa Sûriyayê.

Sefîrê Sûriyê li Rûsya Riyaz Hedad derbarê mijarê de ji ajansa Rûsî re axivî û eşkere kir ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê bi ser axa Sûriyayê nêzî 40 binkeyên leşkerî yên komên çekdaran hatine îmhakirin.

Riyaz Hedad diyar kir ku ji ber van êrîşan nêzî 400 çekdarên DAIŞê ber bi sînorê Tirkiyayê ve revîne û xwe spartine Tirkiyayê.

Serokê Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê Ramî Ebdulrehman jî dazanîn ku Yekîneyên Sultan Fatih hêjmarek ji çekdarên xwe ji bo şerê bi artêşa Sûriyayê re şandine navçeyên bajarê Hemaya di nava axa Sûriyayê.

Yekîneyên Sultan Fatih û Sultan Murad du kyekîneyên ser bi MITa Tirkiyayê ne. Heman hêz bi desteka Eniya El Nusra û Ehrar El Şam êrîş dibin ser taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê. Zêdetirî niştecihên Şêxmeqsûd Kurd in.

 

 

Bi heman mijarî:

KERKÛK- DAIŞê 131 roket avêtin çeperên pêşmerge
DAIŞê li Girê Spî êrişî YPGê kir
Qeraxên Libyayê di bin kontrola DAIŞê de ye
Li Mûsilê 2 eşîrên kurd alîkariya DAIŞê dikin
Rûsya: Me ji Deryaya Xezerê li DAIŞê da
Baregeha navendî ya operasyonên li dijî DAIŞê ji aliyên Mîl Mî-24an ve tê parastin
DAIŞ: 'Zarokan fêrî kuştina mirovan dike'
Etîketan:
DAIŞ, Ramî Ebdulrehman, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de