14:12 11 Kanûn 2017
Zindî
    Sînor

    Tirkiye li sînorê Rojava xendekan dikole

    © AFP 2017/ DIMITAR DILKOFF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li herêma Sinorê Rojava di nava bajarê Qamişlo û Nisêbînê de xebata kolandina xendekan berdewam e.

    Kobanê
    © AFP 2017/ Yasin Akgul
    Navenda Nûçeyan — Li herêma sînor a navbera bajarên Nisêbîn û Qamişloyê, xebatên kolandina xendekan dewam dikin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, kolandina xendekan wê heta navçeya Cizîrê bidome.

    Xendek li herêma mayinkirî bi maşînên kar tên kolandin û tê gotin ku ev kolandina xendekan wê heta navçeya Şirnex Cizîrê bidome.

    Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, ev xendekên ku tên kolandin bi 5 metroyan fireh, bi 5 metreyan kûr û tevî axa li dorê hatiye komkirin, bilindahiya xwe digihêje 9 metroyan.

    Xendekên ku heta roja îro bi 3 kîlometreyan hatine kolandin, gihaştine qereqola sînor a li gunde Demîrtepe.

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî Kantona Kobanê: 'Pêşmerge dê werin Rojava'
    ROJAVA - Kapasîteya petrol û xaza kurdan hate tesbîtkirin
    ROJAVA: 3 pêşmerge birîndar in û yekî jiyana xwe ji dest da
    DAIŞ ji bo ku kurd li Rojava nebin xweyî dewlet ji Erdogan alîkarî xwestîye
    Salih Mislim: "DAIŞ li Rojavayê nemaye" - Bila Pêşmerge neyên"
    Etîketan:
    Tirkiye, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de