07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Berpirsekî Kantona Kobanê: 'Pêşmerge dê werin Rojava'

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsekî Kantona Kobanî eşkere kir ku îhtimal heye hêzên Pêşmerge derbasî Rojava bibin.

    Navenda Nûçeyan — Berpirsekî Kantona Kobanî eşkere kir ku îhtimal heye hêzên Pêşmerge derbasî Rojava bibin. Lewma vê demê "gavên baş" di vî warî de tên avêtin. Amerîka jî hewl dide YPG/PYDê razî bike ji bo ku Pêşmerge derbasî Rojava bibin.

    Her wiha li ser hewlên Amerîka bo yekxistina hêzên kurdî, Endamê desteya siyasî ya Îtilafa Sûriyê Fûad Elîko ragihand ku şandeke Îtilafê hefteya borî serdana Amerîka kiribû û di civînên bi rayedarên Amerîkî re, tekezî hat kirin ku Amerîka hewlên xwe didomîne daku YPG û pêşmergeyên Rojava bigihîne hev.

    Elîko behsa wê yekê jî kir ku, berpirsên Amerîkî ji wan re gotin ku wê Amerîka guvaşên xwe li ser PYDê zêde bike daku pêşmergeyên Rojava derbas bibin.

    Bi heman mijarî:

    PÊŞMERGE - Roketên Rûsyayê li ser Kurdistanê re derbas bûn an na?
    KERKÛK- DAIŞê 131 roket avêtin çeperên pêşmerge
    Kerkûkî: Hevpeymanan bombebarana Pêşmerge nekiriye
    Danîmarkê: "Ji Pêşmerge re erê, ji PKK re na"
    ROJAVA: 3 pêşmerge birîndar in û yekî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Amerîka, Fûad Elîko, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de