22:00 11 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê, bi piştgiriya Rûsyayê bi dest operasyona bejayî kir

    © Sputnik/ Andrey Steni
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Sûriyeyê ji bo piştgiriya êrişên hewayî, bi dest operasyoneke nû ya bejayî kir. Artêş 70 km nêzî bajarê Hemayê ye.

    Jens Stoltenberg
    © AP Photo/ Daniel Ochoa de Olza
    Navenda Nûçeyan — Artêşa Sûriyeyê bi hevpeymanên xwe re ji bo piştgiriya êrişên hewayî,li bakûrê rojavayê welatê xwe bi dest operasyoneke nû ya bejayî kir. Armanca operasyonê ji bo piştgiriya êrişên Rûsyayê yên hewayî ye.

    Li gorî çavkaniyên artêşa Sûriyeyê, hêza Sûriyeyê gundê Maarkaba û Atşan bi dest xistin û kontrola tepeyên Sakik û El Hawir dike. Li gorî agahiyên dawî artêşa Sûriyeyê bajarokê Kefr Nabûda û gundê El Mûgir jî xistiye bin kontrola xwe. Ev herêm bere piranî di bin destê Eniya Nûsra û Ehrar ûş Şam de bû.

    Çavdêrxaneya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ragihand ku, li bakûrê bajarê Hemayê div an mehên dawî de êrişên herî dijwar diqewimin û jetên rûsî herêma şer bombebaran dikin.

    Serokê Çavdêrxaneya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê Ramî Abdulrehman got, êriş ji bo operasyoneke berfirehtir ya bejayî wekî ceribandinê tê bikaranîn.'

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyê careke din çûn û hatina Kurdistanê birî
    PÊŞMERGE - Roketên Rûsyayê li ser Kurdistanê re derbas bûn an na?
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de