15:42 19 Hezîran 2018
Îdrîs Balûken

FLAŞ - HDP: ‘Politîkayên AKPê yên li dijî Rûsyayê ji bo rehetkirina DAIŞê ye'

© Foto: faceook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Parlementerê HDPê Îdrîs Baluken got: ‘Polîtîkayên AKPê yên li dijî Rûsyayê ji bo rehetkirina DAIŞê ye'

Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Baluken derbarê operasyonên Rûsyayê yên li dijî DAIŞê pêk tîne û polîtîkayên AKPê yên li dijî Rûsyayê ku di dawî de dimeşîne de axivî.

Baluken diyar kir polîtikaya AKPê ya Sûri îflas kiriye û anî ziman ku ev politikaya AKPê ji DAIŞ, El Nusra û Ahrar el Şam pêk tê.

Baluken got: ‘Ji xwe Rûsya daxuyanî daye û diyar kiriye ku ji ber sedemên teknîkî çend sanîye sînorê qada hewayî hatiye îxlal kirin. Lê em niha dibînîn ku AKP dizwaze vî ya wek kampanyayeke navnetewî li dijî Rûsyayê pêk bîne. Sedema van polîtîkayên AKPê ji bo rehetkirina DAIŞê ye'

Baluken dawiyê de got: ‘AKP bi van polîtîkayan dixwaze li Tirkiyeyê netewperestiyê zêdetir bike û bixe argumanên hilbijartinê.'

Bi heman mijarî:

Rûsya: Em amade ne ku mijara Sûriyê bi Tirkiyeyê re biaxivin
Rûsya: 'NATO, armancên me berovajî dike'
CNN: 'Rûsya li Sûriyeyê amadehiyên operasyona bejayî dike'
Serokê PYDê Mislim: Operasyonên Rûsya, li Sûriyeyê bikêr tên
Rûsya: 'Dibe ku em fîloya xwe ya Deryaya Reş li Sûriyayê bi kar bînin'
TAYBET - DAIŞ ji ber operasyonên Rûsya bi kincên jina digere
Etîketan:
El Nusra, AKP, HDP, DAIŞ, Îdrîs Baluken, Sûrî, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de