06:56 22 Hezîran 2018
PKK

HPG: ‘Êrişa li Norşînê ji hêla hêzên kontrayan ve hat kirin'

© Sputnik / Cesîm Îlhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya ANFê HPGê derbarê êrişa li Norşînê hat kirî de daxuyanî da û diyar kir ku tu eleqeya wan bi vê bûyerê re tuneye.

PKK
© Foto : Cesîm Îlhan
Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê sê roj ewil li dijî avahiya Îdareya Taybet ya Bajêr de êrişeke bombeyî pêk hatibû û di encamê de welatiyeke sivîl jiyane xwe ji dest dabû.

Li gorî nûçeya ANFê HPGê daxûyanî daye û derbarê vê mijarê de jî agahî daye.

Daxûyaniyê de wiha hat gotin:

‘4ê Cotmehê de hêzên kontra yên AKPê li navenda Norşînê di heman seetan de du teqîn pêk anîne. Heta niha li Bedlîsê gel li Tevgera Azadiyê xwedî derketiye û piştgiriya gelê me berdewam dike. Hêzên faşîst vê yekê gelek baş dibînin û provakasyonên wiha pêk tînin û diavêjin situyê PKKê. Tevgera Azadiyê bi vî awayî tê hedefkirin. Divê di serî de gelê Bedlîsê û piştre hemû gelê me li rûmeta xwe xwedî derkeve û berxwedana xwe xurtir bike.'
Her wiha HPGê daxûyaniyê de diyar kir ku hêzên wan li Tetwanê çalakiya suîkastê pêk anîne û di encamê de polêsekî hatiye kuştin.

Bi heman mijarî:

HPG: '18 tîmên taybet hatin kuştin'
HPG: ‘6 leşker hatin kuştin'
HPG: 'Li Dêrsimê me 2 leşker dîl girtin'
FLAŞ - HPG: "88 leşkerên tirk hatin kuştin"
HPG: ‘2 şervanên me şehîd bûn'
HPG: ‘51 leşker, 2 polês hatin kuştin'
HPG: ‘4 şervanên me şehîd bûn'
HPG: 17 leşker hatin kuştin
HPG: ‘75 polês û leşkerên tirk hatin kuştin'
HPG: ‘25 leşkerên tirk hatin kuştin'
HPG: ‘11 leşkerên tirk hatin kuştin'
Etîketan:
HPG, Norşîn, Tetwan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de